ZOSIK BALEK/BALAKAYETÎ

 

 

Îro êvarê li bajarokê Çomanê ya ser bi bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya Efrînê û şermezar kirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdogan meşeke girseyî hate lidarxistin.

 

Di meşê de nivîsên bi zimanê Îngilîzî  ‘Stop Bombing People!’, ‘Stop Jenocide Afrin’, hatin hildan û bi zaravayê Soranî jî ‘Em tev piştîvanên Efrînê ne’, ‘Balakayetî piştîvanê Efrîne’ jî hatin rakirin.  Her wiha girseyê alên YPG û YPJ’ê hildan.

 

Di meşê de çalakvanê medenî Rêbaz Wisû axivî û diyar kir ku dwelta Tirk a faşîst bi hemû awayî êrîşê dike ser Kantona Efrînê, jin zarok û malê Efrîniyan dike û got: “Lê bi kêfxweşî dikarin bêjin ku şervan bi can û xwîna xwe parastineke dijwar li hember çeteyên Erdogan dike.”

 

 

Rêbaz daxuyakirin ku ev êrîşa niha li ser Efrînê di rastiyê de ne êrîşeke tenê li ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye, êrîşeke li ser tevahî gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ji ber ku serkeftina Efrîn tê wateya serkeftina îradeya gelê Kurd li hember zilm û neheqiyên dîrokî li hember hatine kirine.”

 

 

Welatiyên devera Balakayetî ji bo Efrînê daxwaza helwesteke pratîkî ji Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin û dibêjin, “Em weke gelê devera Balakayetî piştgiriya xwe ji bo Efrînê radihînin û ji parlemento û hikûmetê jî daxwaz dikin ku helwesteke cidî û pratîkî ji bo Efrînê ragihînin, ji bo pêşî li van êrîşên hovane bigirin.”

 

 

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here