‘Êrîşên Tirkiyê ne tenê dijî Efrînê ye, ji bo dagirkirina Kurdistanê ye’

63

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê û şervanan li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 52’an de berdewam dike. Welatiyên bajarê Silêmaniyê bi vê boneyê ku ji ajansa me re axivîn, piştgirî dan berxwedana Efrînê û gotin ku êrîşên dewleta Tirk ji bo dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

 

Kemal Mihemed yek ji welatiyên bajarê Silêmanî got ku ew bi dil û giyan bi gelê Efrînê re ne û wiha dewam kir; “Bi hemû şêwey piştgiriya Efrînê dikin. Ew xwîn û şehîdên gelê Efrînê didin ne tenê ji bo parastina Efrînê ye, ji bo parastina tevahî Kurdistanê ye.”

 

 

Kemal Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe; “Mixabin ji bo bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê. Pêwîst bû bi xwe gel şandiba Efrînê. Divê ew siyaset û gefên Tirkiyê tê bigehin, bizanin hemû êrîşên wan metirsiya li ser Başûre jî. Ji bo dewletên ku qala mafê mirov dikin û bêdengin jî şerme.”

 

Her wiha jina bi navê Nezîre Feqê jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Em li hemberî ew êrîşên dijî Efrînê pir xemgînin. Ger ji bo Şengal û Kerkûkê jî parastinek wiha bihata kirin, wê neketiban destê dagirkeran û gel jî belav û perîşan ne dibû.”

 

 

Nezîre Feqê diyar kir ku ew piştraste wê Tirkiye negehe daxwazên xwe û cihê keyfxweşiyê ye ku dayik bi îradeyek mezin parastina xaka xwe dikin.

 

Welatiyek din ê bajarê Silêmaniyê bi navê Yusif Îsmaîl jî got ku pêwîste li Başûr parlamento û hikûmet bi şêweyek cidî hikûmeta Tirk şermezar bike û ji bo şikandina bêdengiya dewletan kar bikin.

 

 

Di dawiyê de jî Yusif Îsmaîl got; “Li gel hemû ev komkujiyên dewleta Tirk dike, serkeftin a şervan û gelê Efrînê ye. Bi heman şêweyê Kobanê wê bi ser bikeve.”

 

(sk)