CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin û dijî van êrîşan berxwedana gelê Efrînê di roja 52’an de didome. Welatiyên Helebce ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku Tirkiye dixweze Helebceyek din li Efrînê dubare bike û banga piştgiriya ji bo Efrînê kirin.

 

Yek ji welatiyên bajarê Helebce bi navê Serkewt Heme Kerîm diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn li ber çavê civaka navnetewî û bi taybetî welatên weke DYA û Rûsya pêk tîne, hemû bêdengin û wiha domand; “Pêwîste Kurd li hindir û dervey Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê li ser piyan bin. Li gelemperiya cîhanê li ber konsolosxaneya Rûsya xwepêşandan bikin û helwesta wan şermezar bikin.”

 

 

Serkewt Heme Kerîm wiha jî peyîvî; “Divê parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî komkujiyên ser Efrînê bêdeng nebin. Bi hemû cûrek, madî, manewî û heya şandina hêza leşkerî piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin. Dijî dagirkeriyên dewleta Tirk rawestin.”

 

Her wiha jina ji Helebce bi navê Kejal Ehmed jî got ku Rejîma Baas bi çeka kîmyayê 5 hezar welatiyên Helebce şehîd kir, niha jî dewleta Tirk di salvegera vî sûcî de, dixwaze Helebceyek din li Efrînê dubare bike û wiha pêde çû; “Li hemberî van êrîş û komkujiyan divê piştgiriya Efrînê bikin. Her wiha tevlî serkeftina şervanên YPJ û YPG’ê ya li hemberî leşkerên faşîst ên dewleta Tirk bibin.”

 

 

Kejal Ehmed wiha jî got; “Gelê Efrînê zêdetirê 50 rojin berxwedanek dîrokî tomar dikin û parastina xaka Rojavayê Kurdistanê dikin. Rê nadin dewleta Tirk bigehe armanca xwe. Ji bo wê jî em jî bi hemû şêwey piştgiriya vê berxwedanê dikin û em piştrastin ku serkeftin her a gelê me ye.”

 

Her wiha welatiyek din ê bajarê Helebce Daryan Ebdullah jî li ser berxwedana gelê Efrînê wiha got; “Di destpêka berxwedana gelê Efrînê de me piştgiriya xwe ya ji bo şervan û gelê leheng ê Efrînê ragihand, tevlî hemû çalakî û xwepêşandanên ji bo Efrînê bûn. Ji tevahî welatî û çalakvanên herçar parçeyên Kurdistanê jî daxwaz dikim ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê li ser piyan bin.”

 

 

Di dawiyê de Daryan Ebdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em yekane dikarin bi yekgirtin û tifaqa nav xwe dijî êrîşên li ser gelê xwe rawestin. Her weke çewan şervan û gelê Efrînê bi hev re dijî çeteyên dewleta Tirk berxwedan dike. Li hemberî van êrîşan çûk ne danîne û serketine. Bi vê boneyê serkeftina gelê Efrînê serkeftina tevahî gelê Kurd e.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here