Ji bo Efrînê daxwaznameyek pêşkêşî Rûsya hate kirin

45

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/HEWLÊR

 

 

Desteya Piştgiriya Efrînê ya îro piştî çalakiya nerazîbûnê ya li ber konsolosiya Rûsyayê serdana Konsolosiya Rûsya kirin û di serdanê de daxwaznameyek ji bo rewşa Efrînê radestê konsolosiyê kirin.

 

Di daxwaznameya ji bo Efrînê de wiha têgotin, “Bêdengî û alîkariya veşartî ya Rûsya ji bo ew êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efırınê pêk tîne, binpêkirina mafê mirovan e. Her wiha binpêkirina hemû qanûnên navnetewî û qûtkirina hemû protokolên dîplomatîk e.”

 

 

Di daxwaznameyê de wiha jî têgotin, “Li dewsa ku civaka navnetewî û bi taybet jî Rûsya pêşî li êrîşên ne rewa yên dewleta Tirk a dagirker bigire, bêdengî hilbijartiye. Ev bêdengî tê wateya piştgirî dayîna êrîşên dewleta Tirk ya li ser Efrîn û Rûsyayê.”

 

Desteya Piştgiriya Efrînê ji Rûsya xwest ku berpirsyariyên xwe yên ji bo aramî û jiyana bi hev re ya herêmê pêk bîne.

 

Li gorî agahiyên ku Desteya Piştgirî dayîna Efrînê daye me konsolosiya Rûsya jî gotine ewê di demeke herî zûde daxwazên wan bigihînin Wesareta Karên Derve ya Rûsyayê.

 

(sk)