Komele: Heya serkeftina Efrînê piştgiriya me wê dewam bike

46

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 52’an de didomin. Piştgiriya ji bo berxwedana gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk her diçe berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de endamê rêvebriya Rêxistina Kurdistanî Hizbî Komunîstî Îran-Komele Ferhadî Şeabanî ji ajansa me re axivî.

 

Endamê rêveberiya Rêxistina Kurdistanî Hizbî Komunîstî Îran-Komele Ferhadî Şeabanî ji bo piştgiriya Efrînê wiha got; “Her ji destpêka berxwedana Efrînê me bi belavkirina peyamekê, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê kantona Efrîn û şervanan li dijî êrîşên dewleta Tirk ragihand.”

 

Ferhadî Şeabanî axaftina xwe wiha jî domand; “Her ji wê rojê ve heya niha me hem li darvey welat û hem li Kurdistanê, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hewl daye ku gelê Kurdistanê bi hewara gelê Efrînê rabe. Her wiha piştgiriyek mezin ji bo berxwedan gelê Efrînê bikin.”

 

Ferhadî Şeabanî her wiha got; “Piştgiriya me ji bo gelê kantona Efrînê wê sînordar nebe. Me piştgiriya berxwedana gelê Kobanê jî kir. Ji wê rojê ve ku hersê kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê hatine damezrandin, em bê ti dudileyek ji wan rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku piştgiriya wê ezmûna mezin a Rojavayê Kurdistanê kirine.”

 

Di dawiyê de Ferhadî Şeabanî diyar kir ku heya serkeftina Efrînê wê xebat û piştgiriya wan ji bo Efrînê dewam bike.

 

(sk)