NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro êvarê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Merîwan, Kamyaran, Bokan û Rişt xwepêşandanên li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê hatin lidarxistin.

 

Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê jî xwepêşandaneke girseyî ya ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin.

 

 

Tevî ku li gelek deveran rejîma Îranê xwest pêşî li xwepêşandanê bigire jî nekarî û girse bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk û Erdogan hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên li ser gelê Efrînê tê kirin anîn ziman û bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Efrînê’ jî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Serdemê anîn ziman.

 

 

Li bajarê Merîwanê rejîmê di dema çalakiyê de çend çalakvan binçav kir. Li gorî malpera Hengaw ya mafê mirovan ya li Îranê weşanê dike, çalakvanên medenî yên naskirî yên bajarê Merîwanê Ednan Hesenpûr,Hemey Daniş û Nasih Baxîş hatine binçavkirin û her wiha hate gotin ku çend kesên din yên hê navê xwe ne hatine zanîn jî hatine binçavkirin.

 

 

(bz)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here