SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên pêkhate û welatiyan li hemberî rêzefilm û malê Tirkî li Başûrê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de derhêner Celîl Zengene û Bavî Yasîn ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku rêzefilmên Tirkî çanda Kurd xerab kirine.

 

Yek ji derhênerên diyar li Başûrê Kurdistanê Celîl Zengene li ser rêzefilmên Tirkî wiha axivî; “Rêzefilmên Tirkî û Koreyê metirsiya mezine li ser me Kurdan û çanda me xerab kiriye. Bûne sedema parçebûna nav malbatan de. Heya paşketina hestên niştîmanî paşxistine. Wezareta Rewşenbîrî giringî nade me. Metirsiyên van rêzefilman wê dema pêş zêdetir diyar bibin.”

 

 

Celîl Zengene her wiha got; “Hinek qenal armanca wan a belavkirina rêzefilmên Tirkî heye. Ji ber ku hinek ji van qenalan hatine kirêgirtin. Armanca dagirkirinê jî diyare û bi eşkere hewldana tinekirina Kurdan dimeşînin. Divê ev qenale dengê gelê Efrîn, keç û kurên wê bibîhîzin.”

 

Her wiha derhêner Bavî Yasîn daxuyakirin ku bandora neyînî ya rêzefilmên Tirkî pire û wiha pêde çû; “Mijar ne tenê weşandine. Erzaniya van filman wisa kiriye ku valatiya televîzyonên me pê were dagirtin.”

 

 

Di dawiyê de Bavî Yasîn wiha jî got; “Ger sîstemek me hebe, wê ev rû nede û weke helwestek niştîmanî van rêzefilman boykot bikin. Ji ber ku ne tenê mijara netewî, heya bûne sedema ji rê derxistina zarokan û parçebûna nav malbatan de jî.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here