ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

Îşev di saet 18:00’an de gelê Silêmanî li ser banga Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ser cadeya Salim (Saholeke) kom bûn û ber bi Mizgefta Gewre ya nava bazarê Silêmanî meşiyan.

 

 

Di meşê de def û dahol hatin lêxistin, alên YPG-YPJ û posterê mezin yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin.

 

Gelê Silêmanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê’ û ‘Terorîst û dîkdator Erdogan’ hejiya.

 

 

Zarokên Silêmanî jî piştgirî dan meşê û rêzên pêş de ji bo zarokên Efrînê gotin, “Em Efrîn in.”

 

Di meşê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û got, “Şoreşa Rojava roj bi roj mezin dibe û plîlanên dagirkeran têk dibe. Divê em bizanin ku êrîşên ser Efrînê tenê li ser Efrînê nîne, li ser tevahî Kurdistan û azadîxwazane. Em piştgiriya gelê Başûr ji gelê Efrînê re silav dikin.”

 

 

Endamê Meclîsa Rêveber ya Ciwanên Welatparêz Êrîş Şarezûrî ji tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê xwest ku çek hilgirin û berê xwe  bidin Efrînê û got: “Bila hêzên dagirker bizanin ku wê ciwanên Başûr darên zeytûnên Efrînê bi xwîna xwe av bidin.”

 

 

 

 

 Meş piştî daxuyaniyan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 

(bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here