AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Bi zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di serî de li ser Efrîn û parçeyên din ên Kurdistanê, bang û daxwaza ji bo lidar xistina kongreya netewî her diçe zêde dibe. Bi vê boneyê hevsera şehîdî serkirde Elî Eskerî, Sebîhe Şêx Celal ku ji ajansa me re axivî, got ku pêwîste kongreya netewî bê lidarxistin.

 

Sebîhe Şêx Celal weke jinek şoreşger ku zêdetirê temenê xwe di xebat û têkoşînê de derbas kiriye, got ku divê li herçar parçeyên Kurdistanê Kurd yek deng û yek helwest bin, bi giyanê netewî dîroka xwe binivîsin û ji bo lidar xistina kongreya netewî xebat bikin.

 

Sebîhe Şêx Celal wiha jî got; “Ger aliyên siyasî bixwazin rûyê xwe spî bikin, divê piştgiriya hevdû bikin û fikra ti tiştek din nekin. Tişta buhrî, êdî çû. Belê niha dest bidin hevdû û piştgiriya netewa Kurd li herçar parçeyan bikin.”

 

Elî Eskerî kî ye?

 

Elî Eskerî di sala 1937’ê de li gundê Esker yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê ji dayik bû. Di dema xwendina dibistana Amadeyî li Kerkûkê peywendî bi rêxistinên Kurd re çêkir û dest bi karê siyasî kir. Di sala 1960’ê de bû endamê komîteya navendî ya PDK’ê. Di sala 1962’ê de bû berpirsê hêzên pêşmerge li Behdînan.

 

 

Di damezrandina YNK’ê de cih girtiye. Di dubare destpêkirina xebat û têkoşîn piştî sala 1975’ê de rolek mezin lîst. Di yekem civîna YNK’ê de bû endamê Polîtburoya YNK’ê û weke fermandarê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Di sala 1978’an de di karesata Hekarî de ku dîl hate girtin, hate şehîdkirin.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here