Şehîdên komkujiya Qamişlo li Silêmanî hatin bîr anîn

58

 

 

 

ROJNEWS/ERBET

 

 

Di 12’ê Adara 2004’an de li Kurdistanê komkujiyek pêk hat.  Bûyer di dîrokê de wek komkujiya Qamişlo derbas bû û di bûyerê de aliyekî şoven yên Ereb ku maça futbolê kirin hincet jê 29 Kurd bi giştî 52 kes qetilkirin. Bi hezaran birîndar bûn û ji du hezarî zêdetir Kurd hatin binçavkirin. Gelê Rojava li dijî vê komkujiyê li her derê rabûn serhildanê. Koçberên Rojava yên li Kampa Barîk ya bajaroka Erbet ya ser bi parêzgeha Silêmanî îro, şehîdên komkujiyê bîr anîn.

 

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, Hevserokê Federasyona Bakurê Sûriye Senherîb Bersum, Rêveberiya Encûmena Federasyona Bakurê Sûriyê Mihemed Taye, Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Silêman Ereb, Pîr Endamên Meclîsa Rêveber ya Bakurê Sûriye Hîkmet Hebîb û Pîr Şemo, Serokê Komeleya Êzidiyên Efrînê Merwa Dirê, Hevserokê Kantona Koıbanê Afaf Bîlal û endamên komîteya dîplomasiya PYD li Silêmanî di bîr anînê de amade bûn.

 

 

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir û hemû niştecihên wargehê amade bûn. Di merasîmê de alên PYD û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin.

 

 

Di merasîmê de îşaret bi berxwedana serdemê û êrîşên qirkirinê yên ser Efrînê jî hate kirin.

 

Di merasîmê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û got: “Êrîşên dagirkeriyê yên ser Efrînê çiqas zêde bibe, ewçende jî berxwedan geş dibe. Gelê Kurd li Efrînê bi tenê nîne, hemû Kurdên herêmên din, Ereb û Sûryanî jî li gel Efrînê ne.”

 

 

Hesen her wiha diyar kir ku ew dest ji xak, netewe û projeya xwe ya demokratîk bernadin.

 

 

(bz)