Şîrîkatiya Tirkiye û Rûsya li Hewlêrê hate şermezar kirin

63

 

 

BIRYAR MIHEMED/HEWLÊR

 

 

Îro xwepêşandaneke girseyî li ber konsolosxaneya Rûsya ya Hewlêrê hate lidarxistin. Xwepêşandan ji aliyê Desteya Piştgiriya Efrînê ve saet 14:00’ê piştî nîvro pêk hat.   

 

 

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘NY, Rûsya û Amerîka di ber êrîşên ser Efrînê de berpiryarin’, ‘Ji dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê re na’ û ‘Em bi gelê Efrînê re ne’ bilind bûn.

 

 

Di xwepêşandanê de pankartên hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk nîşan dide, ‘Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Efrîn û li ser tevahî Sûriyeyê û Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin hildan. Her wiha wêneyên zarokên li Efrînê hatine qetil kirin û yê şervana YPJ'ê Barîn Kobanê jî hatin hildan.

 

 

 

(bz)