Cenazeyê şervanê YPG’ê Başûr hat oxirkirin

59

 

 

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

Piştî ku îro cenazeyê şervanê YPG'ê  Başûr Soran (Mihemed Hadî)  ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû,  li gundê lê jidayîkbûyî Îsmaîlawa yê Hewlêrê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin.

 

Merasîmê bi qedeyek rêzgirina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir  û piştre dirûşmeyên, 'Şehîd namirin' û  'Ey şehîd xwîna te li erdê namîne'  hatin gotin.

 

Di merasîmê de bavê şervanê YPG'ê  Başûr Soran, Hadî Omer axivî û got; "Efrîn kelha Kurda ye, pêwîste em hemû weke reşka çavê xwe biparêzin. Nahêlim çeka  şehîd Başûr bikeve erdê. Eger heval rê bidin min, ezê biçim li eniyên şer ên li Efrînê."

 

Her wiha peyama  Komîtiya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistan jî ji aliyê Melek Xidir ve hate xwend û wiha tê gotin; "Şehîd Başûr sembola berxwedana Efrînê  ye. Em bejna xwe li ber şehîdan de ti tewînin. Gelê me gelek qurbanî dane. Lê PKK'ê kariye piştî her şehîdekê gavên dîrokî û girîng bavêje û xebata şehîdan berdewam bike."

 

Her wiha xwîşka şervanê YPG'ê  Başûr Soran, Wehîde Hadî jî got; "Şehîd Başûr rêyekî pîroz hilbijart. Ev şanazî nagihe her kesê. Bang li hemû ciwan dikim ku çeka şehîd Başûr hilgirin û beşdarî berxwedana Efrînê bibin."

 

Hevseroka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Şîla Şakir jî sersaxî ji malbatê re xwest û got; "Pêwîste tevahiya gelê Kurd ji bo bersivdayîna planan, peyama şehîd Başûr bigirin. "

 

Necîbe Omer jî weke hevrê Başûr Soran axivî û wiha anî ziman; " Heval Başûr Soran madelyayekî zêrîn kir milê bajarê Hewlêrê. Pêwîste fikir û felsefeya peyama Şehîd Başûr li Başûrê Kurdistanê pêk were.  Pêwîste hemû baregehên leşkerên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin. Ji ber ku ev daxwaza şehîda ne."

 

Piştî axaftina şahadetnameya Bakûr Soran radestî malbata wî hate kirin.

 

Her wiha ciwanê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Rence Elî çeka Şehîd Başûr Soran hilgirt û navê Başûr Soran li xwe kir.

 

Piştî nimêjê, bi dirûşmeyan cenazeyê şervanê YPG'ê Başûr Soran hat oxirkirin.