‘Divê bi hemû şêweyek boykota rêzefilm û malê Tirkî bikin’

78

 

 

 

MIHEMED HESEN/ RANYA

 

Nerazîbûna welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê ya li hemberî rêzefilm û malê Tirkî her diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de welatiyên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku rêzefilmên Tirkî bandorek neyînî li ser civak û çanda Kurd kiriye, ji bo wê jî divê bên boykotkirin.

 

Li ser mijarê mamosta Zanîngeha Koye Sakar Ekrem got ku rêzefilmên Tirkî bandorek neyînî li ser civaka Kurdî, bi taybetî Başûrê Kurdistanê çêkiriye û li ser zarokan bandorek nebaş dike.

 

 

Sakar Ekrem wiha jî got; “Perwerde û sîstema Tirkî ji ya me cûda ye. Em Kurd xwedî çandek dewlemendin û çandek resend a me bi xwe heye. Hêvî dikim ew qenalên rêzefilmên Tirkî di weşînin, êdî rawestînin.”

 

Her wiha çalakvan Kara Mihemed jî der barê heman mijarê de wiha peyîvî; “Beşek ji qenalên Kurdî bi berpirsiyartiya niştîmanî û exlaqî ya xwe pêk naynin. Divê hunermendên Kurd li pey pereyan ne gerin û xwedî helwesta netewî bin. Nekevine bin bandora derve. Bila wisa ne fikirin ger pere nebe, kar nayê kirin. Divê bi hemû şêweyek boykota rêzefilm û malê Tirkî bikin. Hemû kes dizane Tirkiye bi jêderên binerd û sererdê yên Başûrê Kurdistanê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê komkujî pêk tîne.”

 

 

Rêvebera televîzyona Jin TV li Başûrê Kurdistanê Sakar Ebdullah jî got; “Rêzefilmên Tirkî wisa nîşan daye ku jin xwedî karekterek lewazin. Li cihê weşandina rêzefilmên Tirkî, hewl bidin rêzefilmên naveroka wan perwerde û bernameyên tenduristiyê biweşînin. Civaka Kurd di hemû alî de hişyar bikin.”

 

 

Sakar Ebdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji ber weşandina rêzefilmên Tirkî heya niha niha çend malbat ji hev cûda bûne. Her wiha ciwan rastî xwe xeniqandin û xwekuştinê tên. Ji bo wê jî, ev rêzefilmên Tirkî ji dervey têkdana aramiya civaka Kurd, ti berhemek din ê wan nîne. Em hemû jî bi zanabûn tên kirin.”

 

(sk)