BEXDA/ROJNEWS

 

Serokê Koma Tevgera Goran a Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir û endamê parlamentoyê yê Tevgera Goran Kawa Mehemed derbarê leşkên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li Parlamentoya Iraqê civînek çapemeniyê lidar xist. 

 

Biryara Parlamentoya Iraqê

 

Di civînê de Kawa Mehemed li ser navê koma Goran axivî û bibîr xist ku Parlamentoya Iraqê beriya niha têkildarî mijarê biryarek girtibû. Kawa Mehemed da zanîn ku li gorî vê biryarê hêzên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê weke hêzeke dagirker hatibûn pênasekirin, lewma divê wekî hêzeke êrîşkar bê dîtin û kesên bi wan re bikevin têkiliyê jî wekî sûcdar bên dîtin.

 

'Hikûmeta Iraqê biryar bicîh ne anî'

 

Mehemed bal kişand tişta ku ji bo wan eceb tê ew e ku di nava vê qonaxê de hikûmeta Iraqê bêdeng maye û wiha dom kir:  "Tu gavên berbiçav ên ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê ku bê hincet li vir dibînin, ne avêtine. Hêzên Tirkiyeyê hebûna DAIŞ'ê ji bo mayîna xwe ya li Iraqê wekî hincet nîşan dide. Lê bi taybet piştî ku tevahiya xaka Irawê ji terorîstên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, dîsa li vir dimînin."

 

'Hikûmeta Iraqê biryara parlamentoyê binpê kiriye'

 

Kawa Mehemed destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tişta sosret ew e ku Tirkiye hewl dide bi hikûmeta Iraqê re li dijî kurdan danustendinan çêbike û wiha pê de çû: "Tişta ku herîyê zêdetir şil dike (pirskirêkê kûr dike) ew e ku hikûmeta Tirkiyeyê dibêje 'Em û hikûmeta Iraqê lihev dikin ku di nava xaka Irawê de operasyonekê lidar bixin.' Ev jî tê wateya ku hikûmeta Iraqê biryara parlamentoyê binpê kiriye.

 

Di vê qonaxeka ku artêşa Tirkiyeyê êrîşeke nemerdî li ser xaka Suriyeyê dimeşîne, her wiha di demeke ku pêwîste hikûmeta Iraqê piştgiriya berxwedana Efrînê ku kurd û erebên wê dimeşînin bikira de, hebûna Tirkiyeyê li ser xaka me û bêdengiya hikûmetê tê wateya qebûlkirina berfirehbûna projeya Osmanî ya li ser xaka Suriye û Iraqê ku Tirkiyeyê jixwe re kiriye rojev. Diviyabû ku hikûmetê êrîşên Tirkiyeyê şermezar bikirana. Ji ber ku ev helwest erk û berpirsyariyeke li ser milê hemû kesên ku banga azadî, keramet û serweriyê dike ye."

 

'Divê di zutirîn demê de hêzên Tirkiyeyê bên derxistin'

 

Mehmed di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo parastina serweriya Iraqê û serxwebûna helwesta wê divê hikûmet nekeve nava vê siyaseta ku alîgiriyê dike û wiha dom kir: "Divê hikûmeta federal doz ji Tirkiyeyê bike ku di zutirîn demê de hêzên xwe ji xaka Iraqê vekişîne, yek leşker jî li wir nemîne. Eger Tirkiye viya red bike divê hikûmeta Iraqê li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike û di asta siyasî û aborî de zextê li Tirkiyeyê bike."

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here