BEXDA / ROJNEWS

 

Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê Kawe Mihemed li Parlamentoya Iraqê îro têkildarî hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê Kawe Mihemed diyar kir ku divê Iraq demildest leşkerên Tirk ji Iraqê derxîne û got; "Parlamentoya Iraqê têkildarî vê mijarê biryar dabû, di biryarê de hêzên Tirk ên li ser xaka Iraqê weke hêzekî dagirker tê naskirin, lewma divê ev hêz weke hêzekî êrîşkar were naskirin û ew kesên ku li gel lihev dikin, weke sûcdar bê dîtin. "

 

'Pêwîste hikûmeta Iraqê êrîşên dewleta Tirk şermezar bike'

 

Mihemed bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û wiha domand; "Niha artêşa Tirk êrîşên nemerdane dibe li ser xaka Sûriyeyê. Pêwîst bû hikûmeta Iraqê piştgiriya berxwedana  gelê Kurd û Ereb a li Erînê bikiriya. Hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê û  bêdengiya niha ya hikûmetê erêkirina projeya berfirehkirina Osmaniyan a li ser xaka Sûriyeyê û Iraqê ye. Pêwîste hikûmeta Iraqê êrîşên dewleta Tirk şermezar bike. Ji ber ku erkê hemû kesên ku daxwaza azadî, keramet û serweriyê dike ye."

 

Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê Kawe Mihemed têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çavuşoglu ya 'Me li gel Iraqê lihev kir ku li dijî Qendîlê û hêzên PKK'ê operasyonê bikin' wiha anî ziman; "Hikûmeta Tirk dibêje, me li gel hikûmeta Iraqê lihev kiriye ku li Iraqê bi hev re  operasyonê pêk bînin, ev jî tê wê wateyê ku hikûmeta Iraqê biryara parlamentoyê xistiye binpê xwe. Divê hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê bixwaze ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekêşe. Divê hikûmeta Iraqê bi rêya NY'yê hewl bide ku vê mijarê çareser bike û bi rêya siyasî zextê li Tirkiyeyê bike."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here