‘Divê rê nedin ku Helebceyek din li Efrîn dubare bibe’

83

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk di roja 53’an de didome. Bi vê boneyê berpirsê komîteya Şarezûr ê Hizba Komunîst Mihemed Bextiyar û endamê rêveberiya Tevgera Îslamî Elî Hacî Zelmî ji ajansa me re axivîn.

 

Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê li navçeya Şarezûr a Silêmaniyê, Mihemed Bextiyar got; “Di dîroka gelê me de diyar bûye ku her dema gelê Kurd ber bi pêşveçûnê diçe, raste rast dijminên gelê me li herêmê ketine nava pîlanên dijî gelê me. Herl dane destkeftiyên gelê Kurd tine bikin. Ji bo wê jî tişta li Efrînê rû dide, ji bo tinekirina gelê Kurd li Rojavayê KurdistanÊ ye.”

 

 

Mihemed Bextiyar axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê em bi hemû aliyek ve rê nedin karesatek din weke ya Helebce li Efrînê dubare bibe. Ger hêz û aliyên siyasî li herçar parçeyên Kurdistanê yekgirtina xwe ne parêzin û parçebûna nava Kurdan dewam bike, bê guman wê komkujiyên nû li ser gelê me jî dewam bikin.”

 

‘Hizbên Başûr li ser welatên herêmê parçe bûne’

 

Li ser heman mijarê endamê rêveberiya Tevgera Îslamî Elî Hacî Zelmî jî wiha peyîvî; “Ew êrîşên nerewa ku niha dijî Efrînê tên kirin, rojane jin û zarokên bê sûc tên qetilkirin, gelê Kurd tê komkujîkirin, di ti bawerî û olan de rê jê re nehatiye dayîn. Li hemberî vê civaka navnetewî jî bêdenge. Belê tişta ji vê xerabtir ewe ku di vê qonaxa hesas de nav mala Kurdan pir parçeye. Hizbên Başûrê Kurdistanê li ser welatên herêmê parçe bûne.”

 

 

Elî Hacî Zelmî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Heya ev parçebûna nava mala Kurdan dewam bike û aliyên siyasî ji bo xizmetkirina welatên herêmê kar bikin, wê rewşa Kurdan ji vê baştir nebe. Ji bo wê jî dema wê hatiye ku hemû aliyên siyasî rewşê bigirine berçav, ji bo berjewendiyê netewî û niştîmanî nakokiyên xwe danin aliyek. Ji bo gelê Kurd carek din rastî komkujiyê neyê.”

 

(sk)