Giliyê şîrketên çekên kîmyawî firotîn Sedam Hisên hate kirin

45

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Bi amadebûna hejmarek parêzvanên navneteweyî û navxweyî û hejmarek ji malbatên qurbaniyên kîmyebarana Helebce, Grûba Dadwerên Cîhanî, li gel Komeleya Qurbaniyên Kîmyebarana Helebce, li Dadgeha Helebce giliyê wan şirketên çekên kîmyawî firotîn Sedam Hisên kirin.

 

Piştî gilîkirinê û radestkirina belgeyên li ser, ji aliyê şîrketên cîhanî ve firotina çekên kîmyayî bi rejîma Baasê, li Bîrdariya Helebce civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

 

Di civîna çapemeniyê de Serokê Grûba Dadwerên Cîhanî Samî Calal axivî û got, "Piştî karkirina 8 salan a li gel  Şîrketa MMO ya navneteweyî me karî dosya firotina çekên kîmyawî bi rejîma Baas a ji aliyê şîrketên cîhanî û Ewropî ve, bigihîn vê rojê û bikarin li dadgehên navxweyî û cîhanê gilî bikin. Dikarin van şîrketan ceza bikin û tazmînata madî û manewî ji bo malbatên qurbaniyan bê dayîn."

 

 

 

Piştre jî parêzerê navneteweyî Gavrîl Nîron ku pêşengtiya gilîkirinê dikir, axivî û got; "Li gorî lêkolînên ku me kirine û belgeyên bi destê me ketine, heya niha 25 şîrket, kesayetî û xwediyên şîrketan çekên kîmyawî firotîne rejîma Sedem Hisên, îro li dijî wan me li Dadgeha Helebce gilî kir. Piştî firotina çekên kîmyawî ew şîrket bûne xwedî sermayeyekî zêde. Bi vê rê bi sedam milyon dolar peyda kirine."