Hevserokê PYD’ê li Hewlêr serdana nûnertiya HDP’ê kir

53

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro şandek a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi pêşengiya Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen serdana nûnertiya HDP’ê kir û li ser rewşa Efrînê guftûgo kirin.

 

Nûnera HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş têkildarî naveroka serdana şanda PYD’ê û guftûgoyên hatin kirin, ji ajansa me re got; “Îro şandek a PYD’ê serdana me kir. Armanca serdana wan jî ji bo guftûgo kirina bûyerên dawî û pêşketinên li Efrînê bû.”

 

 

Guneş wiha jî got; “Qala berxwedan û lehengiya şervan û gelê Efrînê hate kirin. Her wiha têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk û parastina xaka xwe. Divê gelê Kurd yekgirtî be ji bo têkoşîna dijî dagirkeran. Pêwîstiya Efrînê bi alikariya hemû aliyan heye.”

 

(sk)