SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana Serdemê ya Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk di roja 53’an de didome. Bi vê boneyê her diçe piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de îro li Cadeya Salim a bajarê Silêmanî Komeleya Dostên Kitêb pêşangehek vekirin.

 

Pêşangeh saet 09:00’ê heya 22:00’ê vekiriye û sê rojan wê dewam bike. Dehata ji pêşangehê bi dest ket wê ji bo Efrînê bê şandin.

 

Endamê Komeleya Dostên Kitêb Polan Niyaz têkildarî armanca vekirina pêşangehê ji ajansa me re got; “Me bi alikariya navenda Pirtûkxaneya Endîşe ev pêşangeh vekiriye, weke piştgiriyek ji bo berxwedana Efrînê. Ji ber ku nabe em li hemberî têkoşîna wan bêdeng bin.

 

 

Peyama me ji bo gelê Kurdistanê ewe ku xwedî li vê şoreşê derkevin û bi kirîna pirtûkan piştgirî bikin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here