Jinên Soran û Rewanduz rexne li rêxistinên jinan dikin

60

 

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM/ SORAN

 

Li gelek navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê bi çalakiyên cûr bi cûr hate pîrozkirin. Belê jinên navçeya Soran û Rewanduz ên girêdayî parêzgeha Hewlêr ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku li navçeya wan rêxistinên jinan 8’ê Adarê pîroz nekirin û ev rexne kirin.

 

Yek ji jinên gundê Dergele yê girêdayî navçeya Rewanduz Minîre Bekir li ser vê mijarê wiha got; “Divê 8’ê Adarê bibe rêya ji bo azadî, serbixweyî û hatina gel hev a jinan. Her wiha têkoşîna dijî dijî hişmendiya eşîrtî qurbanê wê jinin. Li herêma me ev roje bê çalakî û pîrozbahî hate derbaskirin.”

 

 

Minîre Bekir got ku rêxistin bi derxistina peyamekê ji erka xwe direvin, ji ber ku tenê derxistina peyamekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan têrê nake.

 

Her wiha endama rêxistina Komeleya Afretên Kurdistanê, Kurdistan Eshed jî li ser heman mijarê dibêje; “Piştî Raperînê û niha jî rêxistin pir bê bandor bûne û nekarîne bi rolê xwe rabin li ser ew rewşa jin pê re rû bi rû dibin.”

 

 

Kurdistan Eshed her wiha got; “Divê piştî 8’ê Adarê tevahî rêxistin li lewazbûna xwe mûkir bên. Bêjin me nekarî bibine bersiva daxwazên jinan û lêborîn bixwazin.”

 

Her wiha jinek din a ji bajarokê Xelîfan a girêdayî navçeya Soran, Feyroz Resûl jî got; “Mixabin ku tenê di van rojan de em dibînin hinek çalakiyên giştî û bê sûd dibînin. Lê ev çalakî li hinek cihan nehatin kirin, weke Soran.”

 

 

Di dawiyê de jî Feyroz Resûl diyar kir ku hejmarek zêde ya rêxistinên jinan heye, belê nekarîne pirsgirêkên jinan fam bikin û zextê li ser desthilatê çêbikin.

 

(sk)