ROJNEWS/HEWLÊR

 

 

Karwana Şehîd Başûr Soran ku îro ji Rojavayê Kurdistanê derbasê Başurê Kurdistanê hate kirin, gihîşt Dihokê û ji aliyê gelê herêmê ve hate pêşwazîkirin.

 

Şehîd Başûr Soran ji Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ye di rojên destpêkê yên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîdbûbû. Malbata Şehîd Başûr jî hem ji bo piştgirîdayîna Efrînê hem ji bo girtina cenazeyê kurê xwe derbasê Efrînê bûbûn. Îro cenaze di deriyê Sêmalka re derbasê Başûrê Kurdistanê hate kirin û li Dihokê hate pêşwazîkirin.

 

Tê texmînkirin ku di nava 2 saet û nîvan de cenazeyê şehîd Başûr bigihije deriyê Hewlêrê û ji aliyê malbat û girseya gel ve bi awayeke girseyî were pêşwazî kirin. Paşê wê merasîmeke girseyî li mala şehîd Başûr were lidarxistin û ji bo xaksipartinê jî berbi gundê lê ji dayîk bûyî Îsmaîlawa ve birê bixin.

 

(bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here