ROJNEWS/HEWLÊR

 

Karwanê cenazeyê  Şehîd Başûr Soran ku îro ji Rojavayê Kurdistanê derbasê Başurê Kurdistanê hate kirin, gihîşt Hewlêrê û ji aliyê gelê herêmê ve hate pêşwazîkirin.

 

Şehîd Başûr Soran ji Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ye  û di rojên destpêkê yên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû. Malbata Şehîd Başûr jî hem ji bo piştgirîdayîna Efrînê, hem ji bo girtina cenazeyê kurê xwe derbasê Efrînê bibûn. Îro cenaze di deriyê Sêmalka re derbasê Başûrê Kurdistanê hate kirin.

 

Wê cenazeyê Başûr Soran li gundê lê jidayîkbûyî Îsmaîlawa yê Hewlêrê bi merasîmekê were veşartin.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here