Li eniya Şiye û Mabata herî kêm 31 dagirker hatin kuştin

54

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ajansa ANHA'yê li gundên Maserka yên navçeya Mabata û gundên Turmîşa, Şiketka navçeya Şiyê ji danê sibê ve heta van kêliyan şerekî dijwar di navbera şervanên QSDʹê û artêşa Tirk a dagirker de diqewime.

 

Di van şeran de 31 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, erebeyeke migzemîn, 3 erebeyên Pik-Up û erebeyeke leşkerî  hatin îmhakirin.

 

Ji bilî kuştiyen ku hatine tesbîtkirin, gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.