BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Ji bo komkirina derman û pêwîstiyên tenduristî ji gelê Efrînê re Desteya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê li Germiyan li gel encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Germiyan di nava hefteyekê de 3 ton derman û pêwîstiyên tenduristiyê kom kirin. Alikariya hate komkirin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê îro ji bo Efrînê hate şandin.

 

Hevseroka Desteya Tenduristkarên Germiyan Rabîe Ebas der barê kampanya komkirina alikariyê de got; “Ji niha de gelê Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk pêwîstiyek zêde bi derman û pêwîstiyên tenduristiyê heye. Em jî weke Desteye Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê li Germiyan hefteyeke me derman û pêwîstiyên tenduristî kom kirin.”

 

 

Rabîe Ebas wiha jî got; “Bi eleqeya germ a gelê Germiyan me karî 3 ton pêwîstiyên tenduristî kom bikin. Li ser kartonên ku dişînin logoyek a Germiyan li ser heye. Ji bo gelê Efrînê bizane ku diyariya Germiyan ji bo wane. Li gel ku ji me dûrin jî, belê tevahî Germiyan Efrîne.”

 

Her wiha endamê Desteya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê Nehro Salih jî got; “Ew pêwîstiyên ku me kom kirine, ji derman û pêwîstiyên tenduristiyê yên lezgîn pêk tê.”

 

 

Nehro Salih bi van gotinan axaftina xwe dawî kir; “Niha ev 3 ton pêwîstiyên ku radestê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê dikin, wê ew bigehînine Efrînê. Eve ne kampanya yekem û ne dawî ye. Heya pêwîstiye gelê Efrînê bi me hebe, wê alikarî û piştgiriya me berdewam bike.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here