RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

Li Ofîsa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê îro partî û aliyên siyasî yên Kurd bêy beşdarbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ji bo danîna bernameya, Newroz, bîranîna salvegera kîmyebarana Helebce û raperîna Kerkûkê lihev civiyan.

 

Piştî civînê, Cîgirê Rêveberê Ofîsa YNK'ê ya Kerkûkê Rewend Mele Mehmûd daxuyanî da û got; "Emê hevbeş bîranîna Helebce bikin, emê Newroz û raperîna Kerkûkê jî pîroz bikin. Em daxwazê ji gelê Kerkûkê dikin ku bi girseyî beşdarî bîranîn û pîrozbahiyan bibin. Em daxwazê dikin ku yasa serser be û hikûmeta navendî destûrê cihbicih bike. Em ti karên neqanûnî napejirînin. Em daxwazê dikin ku rewşa Kerkûkê were asayîkirin."

 

 

Rewend Mele Mehmûd di berdewama axaftina xwe de piştgirî da berxwedana Efrînê kir û got; "Kerkûk destxweşiyê li Efrînê dike. Di vê qonaxê de dijwar de emê li gel we bîn. Em li dijî dagirkeranîn."

 

Herî dawî Rewend Mele Mehmûd bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li ser rewşa Kerkûkê bibin xwedî helwest.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here