ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Duh li navenda Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê şervanê YBŞ’ê Mensor Siba ku di 11’ê Adara 2015’an de li Şengalê şehîd bû, bi merasîmekê hate bîranîn.

 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê endamên Komîteya Malbatên Şehîdên Şengalê Şemê Derwêş û Şirîn Eîdo ve find hatin pêxistin. Her wiha axaftin hatin kirin.

 

Li ser navê Komîteya Malbatê Şehîdan Meyan Nesîr axivî û wiha got; “Em destpêkê bejna xwe li ber hemû cangoriyan di tewînin. Tevahî cîhan dizane fermanên ku hatine serê gelê Êzidî, bi taybetî serê gelê Şengalê, hemûyan jî destê dewleta dagirker a Tirk têde hebûye. Erdoganê faşîst dixwaze bi qirkirinê gelê Kurd tine bike. Belê dewleta Tirk çi dike bila bike, emê li ber xwe bidin û serkevin.”

 

 

Meyan Nesîr axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Kesê li gelê xwe xiyanetê bike, wê ti carî bi ser nakeve. Emê bi fikir û ramanê Serok Apo û xwîna şehîdan bi ser bikevin.”

 

‘Şehîdan ji tinebûnê hebûn ava kir’

 

Piştre jî bavê şehîd Mensor, Hemad Qîranî axivî û wiha pêde çû; “Di şexsê şehîd Mensûr de ez hemû şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê bi bîr tînim. Îro îro 3’emîn salvegera şehîd Mensore ku di 11’ê Adara 2015’an de şehîd bû. Wê demê min got ez dikarim bi serbilindî di nava vê civakê de bimeşim û bijîm. Ez xizmeta gelê xwe yê Êzidî dikim.”

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Hemad Qîranî got; “Îro bi saya fikrê Serok Apo û xwîna şehîda em dijîn. Em bi şahadeta zarokên xwe serbilindin û em dibêjin şehîd namirin.”

 

Piştî axaftina xwarin hate belavkirin û merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

 

 

(sk)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here