HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Kesên ji kesên kîmyabarana Helebce rizgar bûne qala vê rojê dikin ku pêş 30 salan di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê balafirên şer ên rejîma rûxayî Baasê bi çekên kîmyayî Helebce hate bombebarankirin û bi hezaran welatiyên bê sûc şehîd kirin.

 

Yek ji kesên di kîmyabarana Helebce de ji malbata wî gelek kes şehîd bûne Bextiyar Omer li ser vê rojê ji ajansa me re wiha peyîvî; “Rojek pêş kîmyabarana Helebce, welatiyan fam kiribûn ku mayîna li Helebce zulme. Ew jî ji ber germ bûna şerê di navbera Îran û Iraqê, her wiha hatina xwarê ya hêzên pêşmergeyan. Ji bo wê jî me jî weke her malbatek din a Helebce me amadekariyên derketina ji Helebce dikir. Belê vê rojê me nekarî derbikevin.

 

Serê sibeha 16’ê Adara 1988’ê heya astekê rewş aram bû. Belê derdora saet 11:00’ê bombebarana balafirên şer ên Iraqê destpê kir. Me ti carî fikir ne dikir ku çekên kîmyayî bi kar bînin. Heya ku me dît du zarokên malbata me li ser kaldirmê ketin xwarê û li ber çavê me jiyana xwe ji dest dan. Piştre her diçû hejmara yên jiyana xwe ji dest didan zêdetir dibû. Me jî piştî vê zanî ku ev çeka kîmyayê ye.

 

 

Wê demê zêdetirê malbatên Helebce xwedî jêrzemîn bûn. Em jî li gel malbata xal û xizmên nêzî xwe ketin di jêrzemînê de. Piştre malbatan biryar da ku bi 3 wesayitan biçine derve û ji Helebce derkevin. Belê şofêrê wesayita me ji ber bandora çeka kîmyayê nekarî ajotina wesayitê dewam bike û li ser rêya Eneb jiyana xwe ji dest da. Piştre her li wir dayik, bav û birayek min jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 45 kes ji malbat û xizmên min şehîd bûn.”

 

Bextiyar Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Mixabin her çendî 30 sal di ser vî sûcê mezin re derbas bûne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî ew qurbaniyên ku me dane pir xemsare û tenê di 16’ê Adarê de Helebce tê bîra wan.”

 

Her wiha şahidek din a kîmyabarana Helebce jina bi navê Nezîre Mehmud jî wiha peyîvî; “Wê demê em li gel çend malbatên din li Taxa Aşqan di yek jêrzemînê de bûn. Me amadekariyên xwarina nîvro dikir û emê piştî nîvro ji Helebce derketiban. Belê dewamkirina bombebarana balafirên Baasê rê nedida em derkevin. Heya derdorê saet 11:00’ê dest bi kîmyabarana Helebce kirin û karesatek mezin çêkirin.

 

 

Malbata me zêdetirê 10 kesî bû, bi her şêweyekî me karî xwe bigehînine dervey Helebce. Me hinek nan jî xistibû berîkên xwe de ji bo dema birçî bûn bixwen. Ji bo wê dema em gihan gundê Eneb, me li vir hinek nan da destê zarokan û min jî hinek jê xwar. Belê me ne dizanî ku gaza kîmyayê ketiye ser nan. Her dema zarokan nan xwar rewşa tenduristiya wan têk çû û ji ser hişê xwe çûn.

 

Em ji Eneb derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn û li Îranê nêzî 25 rojan li nexweşxaneyê man. Belê kesek me jiyana xwe ji dest neda. Belê heya niha jî bandora xerab a vê çeka kîmyayî li ser bedena me maye. Ji ber wê jî gelek nexweşî û pirsgirêkên tenduristî ji bo me çêbûne. Belê hikûmet ji bo me ti xizmetek cidî nake.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here