NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSDʹê bîlanço bi daxuyaniyekê eşkere kir. QSDʹê ragihand ku di 24 saetên dawî yên şerê Efrînê de, li gelek eniyan şerên dijwar di navbera şervanên QSDʹê û artêşa dagirker û çeteyên wê de qewimî. Di encama van şeran de 30 çete hatine kuştin.

 

Navenda Ragihandina QSDʹê bîlanço bi daxuyaniyekê ragihand.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

ʺTevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî ya rawestandina şerê li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û sivîlan hedef digire. Dewleta Tirk bi vê yekê biryara konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me jî neçarin mafê xwe parastinê bi kar bînin û bersiva êrîşan bidin.

 

Bîlançoya şerê 24 saetên dawî:

 

Bajarê Efrînê

 

Bombebarana balafirên Tirk a li ser taxên bajarê Efrînê dom kir. Di bombebaranê de duh beşa zarokan a nexweşxaneya Avrîn jî hat hedefgirtin.

 

Cindirêsê

 

Tevahî gundên eniya Cindirêsê di navbera şervanên me û Artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Şerê herî giran li gundê Satiya rû da. Li aliyekî din jî artêşa dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşan vê eniyê dikirin.

 

Bilbilê

 

Tevahî gundên Bilbilê bûn qada şerê di navbera şervanên me û Artêşa dagirker û çeteyên wê. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran ev gund digirtin. Şerê herî giran û bombebarana herî dijwar li gundê Bêlê bû. Di encama şerê ku duh li vê eniyê qewimî de, 19 çete hatin kuştin.

 

Şiyê

 

Li eniya gundên Mişkê, Mixara û Çeqmaqa ji duh ve şerekî dijwar di navbera şervanên me û Artêşa Tirk a dagirker de rû dide. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran ev gund hedef digirtin.ʺ

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here