NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Duh êvarê tevî hemû astengiyên rejîma Îranê jî gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan û çalakî ji bo piştgiriya Efrînê lidarxistin.

 

 di saet 16:00’ê  êvarê de li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrîn û şermezarkirina komkujî û dagirkeriya Tirk çalakî pêk hatin. Biryare îro jî çalakî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêk werin.

 

 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Rêxistinkirina çalakiyan diviyabû xwepêşandan li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê di saet 16:00’an de destpê bike lê, hêzên rejîmê ji bo astengkirina çalakiyan beriya xwepêşandan destpê bikin hemû cade û kolanan dagirkirin.

 

Tevî van astengiyan jî welatiyên Kurd astengiyan nasnekirin çalakî lidarxistin. Çalakî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Efrîn”, “Bimre Erdogan” geş bûn.

 

Hate ragihandin ku hezran welatî li bajarê Bokan, Merîwan, Kamyaran, Seqiz, Sine, Mahabad û Selmasa Rojhialtê Kurdistanê, herw iha li paytext Tehranê xwepêşandanên girseyî hatine lidarxistin.

 

 

Çavkaniyên herêmî yên Merîwanê jî ragihandin ku jin pêşengiya xwepêşandana ji bo Efrînê kirine. Her wiha hate ragihandin ku li Merîwanê çalakvanê medenî Ednan Hesen Pûr, Arman Xefûrî, Mihemed Daniş, Feramerz Mihemedî, Nasih Bexşî, Diyar Bezdanî û Ehmed Îran Pena jî hatine binçavkirin.

 

Komîteya Rêxistinkirina Çalakiyên ji bo Efrînê ragihand ku wê çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Efrînê îro jî bi boneya Çarşema Sor biherikin qadan û piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here