NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Goran daxuyaniyek nivîskî belav kir û got ku divê demildest êrîşên Tirkiyê bên rawestandin.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Goran de wiha hate ragihandin; “Şervan û gelê Efrînê nêzî 2 mehane bi êrîşên dijwar ên dewleta Tirk re rû bi rû ye. Bi vê boneyê çend hezar welatiyên sivîl jin, zarok û îxtiyar şehîd û birîndar bûne. Hemû xizmetgûzariyên weke av, ceyran û xwendinê rawestîne û karesatekî mezin a mirovî rû daye.

 

Tevgera Goran carek din vê dagirkeriyê û bêdengiya civaka navnetewî şermezar dike. Bi taybetî jî bêdengiya DYA, Rûsya û Yekîtiya Ewropa ku li hemberî vî sûcî bê helwestin, ji vê karesatê berpirsin. Mixabin ku niha metirsiya dagirkirina tevahî Efrînê mijara gotinê ye.

 

Di demek ku şervanan di tevahî şerê dijî DAIŞ û terora herî mezin kirin de, li ser destê şervanan pêşî li karesatên wêrankariyê yên DAIŞ’ê hatin girtin. Şikestina DAIŞ’ê li Kobanê berxwedanek dîrokî bû ji bo destpêka bidawîhatina DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê.

 

Weke Tevgera Goran daxwaza kêliyek pêş a din rawestandina van êrîşan dikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi rêya aştiyane ye. Ji civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirov daxwaz dikin ku bêdengiya xwe bişkênin. Divê hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê helwestek cidî ya wan hebe û alikariya mirovane ya lezgîn bigehîne xwişk û birayên me yên li kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here