Welatiyên Başûr: Ji bo derxistina leşkerên Tirk divê Kurd yekbin

54

 

 

 

ROZA MIHEMED-SEMÎRA ŞAHABÎ/ SILÊMANÎ

 

53 rojin êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Bi vê boneyê welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa êrîşên dewleta Tirk dan û gotin divê ji bo piştgiriya Efrînê, leşkerên Tirk ji ser xaka Başûr bên derxistin.

 

Yek ji çalakvanên Başûrê Kurdistanê Gulale Mihemed got ku divê Kurd ji bo derxistina leşkerên Tirk yek bin û wiha domand; “Dewleta Tirk ne dostê Kurdane. Her dema Kurdan xwestiye bibe xwedî destkeftî û doza xwe, ji aliyê welatên dijmin ve rastî êrîşê hatine. Rê nadin Kurd bibin xwedî destkeftî.”

 

 

Welatiyê bi navê Pêşewa Ezîz jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Divê ciwan dakevin qadan û heya serkeftina berxwedana Efrînê çalakiyên xwe dewam bikin. Her çend êrîşên Tirkiya faşîst dewam bikin, belê nekariye bi Kurdan çûk bide danîn. Îradeya her takek Kurd beranberî hezaran ji wane.”

 

 

Pêşewa Ezîz wiha jî got; “Boykotkirina rêzefilm û malê Tirkî dikare vê îspat bike ku ne tenê ji bo piştgiriya Efrînê, wê bi hêzkirina aboriya navxweyî de jî bandorek baş hebe. Me ne mecbûrin pişt bidin biyaniyan.”

 

Yek ji jinên ciwan a Başûrê Kurdistanê bi navê Şinyar Necîb jî got; “Çalakî û xwepêşandanên me niha çeka me ya bihêze ji bo piştgiriya Efrînê. Erka ciwanan xwedîderketina li gelê me ye. Bêdengiya dewletan jî, ji bo tinekirina gelê Kurdane.”

 

 

(sk)