ZAHÎR ÎBRAHÎM/ SORAN

 

Nerazîbûnên welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê li hemberî rêzefilm û malê Tirkî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de welatiyên navçeya Soran (Diyana) ya girêdayî Hewlêr ku ji ajansa me re axivîn, daxwaza rawestandina rêzefilmên Tirkî kirin.

 

Yek ji welatiyên navçeya Soran parêzer Piştîwan Rizgar diyar kir ku rêzefilmên Tirkî bandorek neyînî li ser peywendiyên nava malbatê de heye û wiha dewam kir; “Ji ber rêzefilmên Tirkî cûdabûna nav malbatê, zêdebûna sûcan, lewazbûna peywendiyên malbatî zêde bûye. Her wiha giringî nayê dayîna rêzefilm û aktorên Kurd.”

 

 

Her wiha civaknas Kelsum Gezneyî jî diyar kir ku rêzefilmên Tirkî her mala ketine nav de bandorek neyînî li ser çêkirine, her wiha aloziyên nava malbatan de zêde kirine.

 

 

Her wiha çalakvanê Necat Eshed jî li ser heman mijarê wiha got; “Rêzefilmên Tirkî ji bo belavkirina çanda Tirkî ye û bandorek metirsîdar li ser ziman û çanda neteweyên din çêdike. Ev rêzefilme bi armancek diyar tên çêkirin û Tirkiye bi zanabûn kar li ser dike ku di nava civakên din de belav bike.”

 

 

Necat Eshed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Di zêdetirê rêzefilmên Tirkî de xiyanet, xwekuştin, xapandin û mînakên din ên neyînî hene. Ev jî bandorek mezin a neyînî li ser bîneran ku zêdetirê wan zarokin çêdike. Weke mînak zarokek temenî navbera 8-9 salî de li Taxa Berxwedana ya Soran hewl da xwe bi xeniqîne ku ev jî ji ber bandora van rêzefilman bû.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here