NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

YPG derbarê şervanê xwe Polat Efrîn ku duh li navçeya Bilbilê li dijî êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk çalakiya canbexşane pêk anî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

YPG'ê destnîşan kir ku Polat Efrîn li dijî êrîşên dewleta Tirk bi lehengî li ber xwe da û wiha dewam kir:

 

"Li dijî êrîşên dewleta Tirk, berxwedana me roj bi roj mezin dibe. Bila gelê Kurd vê yekê baş zanibe; heta ku ciwanên Kurd ên leheng ên mîna Avesta, Îlam û Polat hebin, wê dewleta Tirk ti carî bi ser nekeve. Dibe  ku dewleta  Tirk a dagirker teknîk  û  çeteyê  xwe  hebe,  lê belê bila  ji bîr  neke  yê  me jî  gelê me yê berxwedêr  û qehreman  heye û şervanên me yê  wek  Avesta Îlam  û Polat  hene.  Ji  ber  vê  yekê  serketina  Berxwedana  Efrînê misoger e û em ê nehêlin dewleta dagirker, El Nûsra û DAÎŞ li ser vê axê bijîn. Di serî de em sersaxiyê ji  malbata hevrêyê xwe Polat û hemû  gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin û bila serê gelê me sax be. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedanê li Efrînê bilind bikin."

 

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd Polat Efrîn wiha ye:

 

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here