Şam: Bila Tirkiye demildest hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

57

 

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezareta Derve ya Sûriyeyê operasyona destwerdana Efrînê wekî binpêkirina prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nav kir û ji  Tirkiyeyê xwest derhal hêzên xwe ji nav xaka Sûriyeyê vekişîne.

 

Wezareta Karê Derve dagirkeriya Tirk a li Efrînê û sûcê kirî şermezar kir û got; “Hêzên dagirker divê tavilê xakên li Sûriyeyê dagirkirî derbikeve.”

 

Hikûmeta Sûriyeyê hebûna hêzên artêşa Tirkiyeyê ya li herêma Efrînê wekî 'nerewa' bi nav kir.

 

Ji bo Sekreterê Giştî yê NY'yê û Serokê Konseya Ewlehiya NY'yê  ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê bi vê daxwazê name hatine şandin.