MIHEMED-ELÎ / RANYA

 

 

Îro piştî nîvro di saet 14:00’an de bihezaran kes bi însiyatîfa RJAK’ê li navçeya Ranya ya herêma Raperînê bi dirûşma, ‘Em sîstema Îmraliyê bişikînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ rojbûna Ocalan pîroz dikin.

 

 

Di şahiyê de posterên Ocalan û dayîka Uveyş, alên PKK’ê, HPG'ê, RJAK û Tevgera Azadî hatin hildan. Ranyeyî bi cilên xwe yên gelerî qada şahiyê renga reng kirine.

 

Di şahiyê de peyama RJAK, Tevgera Azadî û gelek sazî û rêxistinên din yên Başûr jî hatin xwendin.

 

Her wiha di şahiyê de Berxwenda Serdemê ya Efrînê û berxwedana Îmraliyê hate silav kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

 

Parlementerê Goran Adil Ezîz ku di heman demê de helbesta ‘Êre Efrîne’ jî tevlî şahiyê bû û hem helbest li ser Ocalan û Efrînê xwend hem jî weke Rêber Apo xîtabê Ocalan kir û azadî jêre xwest.

 

 

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here