‘Divê cerdevan nekevin pêş dijmin û xwe nekin hedef’

29

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî bernameyeke Radyo Dengê Welat bû û derbarê têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê û helwesta wan ya di mijara cerdevanan de nirxandinên girîng kir.

 

Karayilan behsa çalakiyên gerîla yên di vê dema dawiyê de li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk lidardixin de axivî û got: “Gerîlayê azadiya Kurdistanê îsal bi derfetên hîn baş ket biharê û destpêka salê. Ji ber ku destpêka salê ji bo gerîla bihar e. Nimûne; par dijmin êrîş pêş xistin, windahiyên me çêbûn. Salê bi êrîşa dijmin destpê kir. Lê niha salê, bi çalakiyên gerîla yên şoreşgerî destpê kir. Ev tiştekî pir girîng e.

 

‘Çalakiya Dihê dikare ji salê re bibe nimûne’

 

Herî dawî çalakiya Çiyayê Reş a herêma Dihê çêbû. Em vê çalakiyê û hevalên di vê çalakiyê de cih girtine pîroz dikin. Ji ber ku ew çalakiyeke ku dikare ji salê re bibe nimûne. Hem bi ruhê êrîşê çûyîna ser dijmin, çek ji ser rakirin û hem jî hedef di nava 5 deqeyan de fetih kirin terzê demê ye. Di vê wateyê de bi rastî asteke xwe ya bilind heye. Ji bo wê, hemû hevalên di vê çalakiyê de ked raber kirine hêjayî pîroziyê ne. Em hêvî dikin ku, wê ev ji bo saha Botanê jî, ji bo tevahî Kurdistanê jî bibe destpêkek. 

 

‘Serhed her timî li pêş e’

 

Heman rojê li Şemzînan jî çalakî çêbû, çend roj beriya wê li Cûdî, li Hezroya Amedê çalakî bû. Jixwe piştî çalakiyê, li Hezroyê berxwedaneke girîng jî çêbû. Hevalê Akîf û Têkoşer şehîd ketin. Piştî wê hevalê Rêber Andok ji bo nekeve destê dijmin li ser xwe çalakiyeke wek fedaî pêk tîne. Jixwe herêma Serhed di vê xisûsê de her tim reqemekê li pêş e. Pratîka xwe ya sala bihurî jî wisa bû, xuyaye îsal jî wê wisa be.  Yanî hem li Serhedê, hem li Garzanê, hem li eyaletên Zagrosê (çi Şemzînan, çi jî Zap-Avaşîn) çalakiyên destpêka salê bi rê ketin, hemû jî serkeftî ne. Di vê wateyê de, ev destpêkek girîng e. Gerîlayên Bakurê Kurdistanê, vê biharê wisa bi çalakvaniyê, bi ruhê êrîşê dest bi sezonê kirin. Ji bo wê, em destpêkê hemû hevalên tevlî van çalakiyan bûne silav dikin. 

 

‘Edî serdema çalakiyan destpê kiriye’

 

Gerîla, êdî serdema çalakiyan destpê kiriye. Hevalan nav lêkirine, hemle destpê kirine. Vaye hêzên Serhedê dibêjin “me Hemleya Zaferê destpê kiriye”, Botanê Hemleya Tolhildana Ş. Delal Amed û Şehîdên Bestayê destpê kiriye. Ev pir watedar e. Bi rastî fermandara hêja şehîd Delal Amed ji bo Botanê tabî fermandareke her daîm e û sembolek mezin e. Ji bo bîranîna van rêhevalên hêja sal dikare bibe sala berxwedaneke mezin. Hevalan pêvajo wisa destpê kirine û em ji hevalan re serkeftinê dixwazin.”

 

‘Cerdevanên nobeta gundê xwe digirin ne di hedefa me de ne’

 

Karayilan di beşeke din a axaftina xwede jî behsa cerdevanan kir û diyar kir ku cerdevanên nobeta gundê xwe digirin ne di hedefa gerîlayan de ye û wiha axivî: “Di vê navberê de ez dixwazim li ser xisûsekê rawestim. Di çalakiya Çiyayê Reş a herêma Dihê de dijmin çend leşkerên xwe mirine negot, tenê yek eşkere kir. Lê bes got, 7 cerdevan mirine. Tabî ez niha nizanim ku wana bi rastî cerdevan in, an jî kontra ne.

 

‘Hinek hene nav cerdevanin lê, di rastiyê de kontra ne’

 

Ji ber ku hinek hene erê navê xwe cerdevan in, lê di rastiyê de kontra ne. Yanî li dijî Tevgera me ya Azadiyê sondxwarî ne. Em ji yên wisa re dibêjin “kontra”. Vana ne cerdevan in. Lê ger ên di wê çalakiyê de mirine cerdevan bin, ez ji malbatên wana re sersaxiyê dixwazim. Ew ne hedefa me ne. Lazime cerdevan vê bizanibin; me hay ji wana heye. Niha generalên Tirkan civînan çêdikin, hewl didin vê kiryara dewleta Tirk a tê naskirin ya Kurd bi Kurd bidin kuştin cardin bikin. Ji wana re dibêjin werin em herin operasyonan. Vaye hemû cerdevanên Qilabanê kom dikin û dibêjin, “werin em herin Heftenînê, filan derê”. Çi kesê ji xwe re dibêje ez Kurd im, divê nekeve vî qalibî, nekeve vê şaşiyê. 

Hemû cerdevan divê bizanibin ku, cerdevan ne hedefa me ne. Cerdevanên ku li derdora gundê xwe nobetê digirin, bila di girê gundê xwe de li ser piştê razin, kes li wana naxe. Lê van cerdevanên ku di wê çalakiya Çiyayê Reş de bûne hedef, çûne rêya ku dike Bendava Ilisû çêbike, li wir di gir de mane. Ev sûc e. Bendava Ilisû çi rola xwe heye? Rola qirkirinê heye. Dixwaze axa Kurdistanê, hemû eserên Kurdistanê yên Heskîfê bixe bin avê. Bendava Ilisû li dijî Kurd e. Kes pêwîste ne di vê de şirîk be, îhale bigire, ne jî nobetê lê bigire. Her tiştê ji bo vê bendavê were kirin, nerast e û gerîla wê li dijî be. Ev cerdevanên ji bo nobeta bendavê çûne, pêwîste neçin wir. Cerdevanê li dora gundê xwe nobet bigire, girê gundê xwe bigire silamet e. Em cerdevanan nakin hedef. Dewlet bila kesî nexapîne. Lê cerdevanê xwe bixe nav leşker, em nizanin ev cerdevan e, yan jî leşker e!

 

‘Divê cerdevan xwe nekin hedefa’

 

Bi kurtahî van însanên niha jiyana xwe ji dest dayîn, ger cerdevan bin, ew ne hedefa me ne. Malbatên wana divê vê bizanibin. Cihê hatî hedefkirin girekî ku leşker tê de ye û girekî ji bo Bendava Ilisû ye. Ew der hedef e. Cerdevan divê xwe nekin hedef. Hemû cerdevan Kurd in, em naxwazin li wana bixin. Divê ew jî xwe nexin pêş dijmin û li pêşiya dijmin neyin. Divê xwe nekin girên wisa hedef û qereqolan. Li derdora gundê xwe bin, temam e. Em li wan giran naxin. Lê cerdevan divê xwe nexin cihên wisa, xwe ji çekên gerîla re nekin hedef. 

 

‘Lîstika AKP’ê kifş bû’

 

Lîstika AKP’ê niha kifş bû. AKP’ê berê xwe wekî partiyeke olî, partiyeke ku digot “ez ê meseleya Kurd çareser bikim” raber dikir. Aşkere bû ku, AKP û Erdogan MHP ne. Jixwe bi fikrî bûne MHP. Heta ji MHP’ê jî xirabtir rolekê dilîze. Yanî dijminê Kurd e. Ji bo wê Kurdê cerdevan jî divê bizanibe ku, ev dijminê Kurd e. Dijminatiyê li Kurdê ku cerdevan be jî dike. Ji bo wê pêwîste tu kesê Kurd ne xwe bike AKP’yî, ne jî xwe bikin wê gereka îxanetê. Em dizanin, kesê bûyî cerdevan jî ji mecbûrî bûye cerdevan, divê xwe ji vê re nekin wesîle, nekin hedef, bi dijmin re nebin alîkar. Ma ne yasaya cerdevaniyê ew e ku parastina gundê xwe bike. Bila gundê xwe biparêze. Kes naçe ser gundê wan. Lê divê neyê operasyonan, neyê girên ku bibin hedef. 

 

‘Gelek Tirkên Kirgiz li Serhedê bi cih kirine’

 

Di vê xisûsê de cardin banga me ji bo cerdevanan ev e: Her kes li Kurdîtiya xwe xwedî derkeve. Ev dijmin dixwaze Kurd bi Kurd bide kuştin. Kes ji vê re nebin wesîle. AKP, vaye hemû çeteyên DAÎŞ’ê kom dike û dişîne ser Kurdan. Îro wekî erdê Kurdan dixwaze Efrînê talan bike. Ewqas Tirkên Kirgiz û hwd. anîne Serhedê, li Kurdistanê bi cih dike. Esas ew dixwazin me tune bikin. Wana li dijî Kurd in. Dixwazin me Kurdan qir bikin, koka me biqelînin. Divê em mutleqa li hemberî vê xwedan helwest bin, têkoşîn bikin. Eger nikarin tevlî jî bibin, qet nebe bila li dijî têkoşînê nesekinin. Vaye ewladên vî gelî li serê çiyayan e, li bajaran e, li deveran e. Êdî nema ev doz ji holê rabe. Ev doz dozeke mezin e, îro ji cîhanê re bûye mal. Ev doz dike bi ser bikeve. Divê kes xwe şaş neke. Em ê vê dozê bi ser bixin. Dewleta Tirko wê nikaribe di Kurdistanê de siyaseta xwe ya qirkirin û tunekirinê bi ser bixîne. Ji ber ku neheq e. Ji ber ku di dinyayê de kes ne pê re ye. Vaye êdî doza gelê Kurd ji cîhanê re vebû. Doza me mafdar e û rêya me rast e. Em ê bi ser bikevin. 

 

‘Divê gelên Kurdistanê pêşketinên niha rast bibînin’

 

Em hêvî dikin ku, ev pêşketinên niha li Kurdistanê û Efrînê dibin her kesekî/e Kurdistanî û dostên gelê Kurdistanê rast bibînin. Ji ber ku ev berxwedana îro li Kurdistanê dibe tenê ne ji bo Kurdan e, esas ji bo Tirkiyê ye jî, ji bo herêma Rojhilata Navîn e jî. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurd roja îro demokrasiya herêmê diparêze. Azadî û biratiya gelên herêmê diparêze. Berjewendiya her kesî tê de heye. Em li dijî faşîzma AKP’ê, MHP’ê, Ergenekonê û DAÎŞ’ê mirovatiyê diparêzin. Em azadî û demokrasiyê, xuşk û biratiya gelan diparêzin. Ew dixwazin gelan berdin hev. Mesela, ew niha însanên Ereb tînin û dikin Efrînê, dixwazin Kurd û Ereban berdin hev. Lê belê lazime her kes bizanibe ku, em û Ereb birayên hev in, em ê bi hev re bin. Jixwe di Bakurê Sûriyê de Kurd û Ereb bi hev re bûne yek, bi hev re rêxistin ava kirine, partiyê ava dikin. Hêzên parastinê hevbeş ava kirine. Lê ev lîstikeke AKP’ê ye. AKP dijminê Kurd e, dixwaze her kesî li dijî Kurd têxe êrîşê. Dixwaze dijminatiya Kurd bi Ereb re, bi Fars re, bi Tirkmenan re çêbike û wisa bigihe armanca xwe ya qirêj. Ji bo wê lazime her kes bizanibe ev xebata tê meşandin xebata mirovatiyê ye, xebata azadî û demokrasiyê ye. 

 

‘Têkoşîna di xeta Rêber Apo de serkeftinê garantî dike’

 

Li ser vî ruhî em 4’ê Nîsanê pîroz dikin. Em dibêjin ku, têkoşîna me ya ku di xeta Rêber APO de bi şêwazekî jêhatî û profesyonel di sala 2018’an de geş bibe em ê bi ser bikevin. Bi taybetî di xeta Rêber APO de, bi ruh û hişmendiya Apogerî gerîlayê profesyonel, jêhatî garantiya zaferê ye. Hêvî û baweriya me ev e. Li ser vê hêvî û baweriyê ez cardin 4’ê Nîsanê li hemû gelê Kurd, gelên herêma Rojhilata Navîn û hemû kesên sosyalîst, demokrat, azadîxwaz pîroz dikim.

 

(bz)