ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Bi taybet piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û dijminahiya dewleta Tirk a li hember gelê Kurd her diçe nerazîbûnên cidî li dijî malê Tirkî, hebûna Tirkiye nava Başûr û rêzefilmên Tirkî pêşdikeve.

 

Welatiya ji bajarê Silêmanî Rehme Elî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedî 75 pişta xwe daye malê Tirkiyê û ev jî zirereke mezin dide aboriya herême û diyar kir ku li dewsa tiştên Tirkî were girtin divê girîngî bi pêşxistina aboriya welêt bidin û wiha pêde çû: “Em bixwe dikarin berhemên Başûr bikar binîn. Ji ber her tişt ji Tirkiye tê girtin aboriya xwecihî li binî daye.  Eger em tiştên Tirkî û malê wan boykot bikin wê malê herêmê bixwe zêdetir were firotin.”

 

 

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed jî dibêje ku gelek şîrketên Tirkan li Başûr hene û qezenceke zêde jî ji herêmê digirin û got: “Divê civak li dijî vê yekê derkeve. Têxwastin ku em di mijara boykotkirina malê Tirkî de yekdeng û yekhelwest bin. Divê her ferdeke Kurd yên li gel Tirkan dixebitin dawî li hevkariya xwe bînin û berjewendiyên xwe yên şexsî bide aliyekî bi riheke netewî tevbigere. Ji ber dewleta Tirk dijminê Kurdan yê serekeye.”

 

 

 (ep/bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here