NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 

 

Şeva borî balafirên şer yên Tirk sê caran bi dijwarı êrîş bire ser gundên ser bi Sîdekan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê û ji ber vê sedemê xelkên van gundan derbeder bûn.

 

Li gorî agahiyene ku bi dest me ketiye niştecihên gundên Sîdekanê Nizarê, Gûreşan, Alekan, Sîran, Xelîfan û Lêlkanê cihê xwe terk kirine.

 

Li gorî agaiyên ku bi dest me ketiye ji derveyî koçberî û zirerên madî zarokeke keç jî birîndar bûye.

 

 

Artêşa Tirk nêzî 20 kîlometreyan sînorê Başûrê Kurdistanê binpêkiriye û ketiye nava xaka Başûr û niha jî dest bi çêkirina barehan dike. Di wêneyên RojNewsê de jî diyar dibin ku dewleta Tirk baregehên xwe di nava gundên Başûr de çêkirine û ala xwe jî di navê de hildane.

 

Duh di daxuyaniya çapemeniyê de peyamnêra me ku pirsa hebûna baregehên Tirk li Bermîze ji Sekreterê Giştî yê Pêşmergeyan pirsî tevî bi wêneyan îspat bûye jî dîsa li xwe mikûr nehat û got ku agahiya wê ji tiştên li Bermîzê rû didin nîne.

 

Ketina gundên Bermîze û Binawanok jî ji aliyê pêşmergeyên xwe weke Leşkerên Barzan binav dikin ve hatiye qedexe kirin û gundî jî dibêjin, jiyana wan dibin metirsiyeke cidî de ye. Kes nikare derbarê kiryarên dewleta Tirk yên li wir dikin de jî agahiyan bide.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here