Ji ber êrîşên artêşa Tirk 120 malbat derbeder bûn

30

 

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM / ÇOMAN

 

Bi sedema bombebaran û topbaranên artêşa tirk ya li ser devera Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê du wlatî birîndar bûn û heya îro 120 malbatên ji 10 gundên Sîdekanê koçber bûne. Dagirkeriya Tirk a li herêmê jî dewame.

 

Topxaneyên artêşa Tirk ji derveyî çiyayê Xakurkê û Geliyê Reş, nava gundan jî topbaran kir. Bi sedema topbaranê piraniya gundiyên li devera Sîdekanê neçar man ku cihê xwe terk bikin.

 

Welatiyên ku dîtin rasterast cihên sivîl tên hedef girtin û ti emniyeteke wan nîne  dibêjin ku ew cihên hatine topbaran kirin ti binke û baregeheke gerîlayan li wir nîne.

 

Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî jî van agahiyan piştrast dike û dibêje, 2 welatî birîndar bûne û 120 malbat jî neçar mane ku gundên xwe terk bikin.

 

Çelebî her wiha got ku artêşa Tirk 3 kîlometreyên din zêdetir sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye.

 

(bz)