Li Ranya ji aliyê hezaran kesî ve rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

35

 

 

 

MIHEMED-ELÎ / RANYA

  

Li navçeya Ranya ya herêma Raperînê îro di saet 14:00’an de bihezaran kes, bi însiyatîfa RJAK’ê bi dirûşma, ‘Em sîstema Îmraliyê bişikînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şahiyek bi heybet pîroz kirin.

 

Di şahiyê de posterên Ocalan û dayika Uveyş, alên PKK, HPG, RJAK û Tevgera Azadî hatin hildan. Ranyayî bi cilên xwe yên gelerî qada şahiyê xemilandin.

 

Di şahiyê de peyama RJAK, Tevgera Azadî, Tevgera Goran, Komîteya Malbatên Şehîdan hatin xwendin. Di peyamên hatin dayîn de, daxwaz azadiya Ocalan, lidarxistina kongreya neteweyî û yek helwestiya gelê Kurd hate kirin.  Her wiha di şahiyê de Berxwenda Serdemê ya Efrînê û berxwedana Îmraliyê hate silav kirin.

 

Di berdewama şahiyê de, Koma Şehîd Serhed û Hunermend Rojbîn derketin ser dikê û gel coşandin. Her wiha Helbestvan û Parlementerê Goran Adil Ezîz helbesta ‘Êre Efrîne' ji bo Ocalan û Efrînê xwend.

 

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.