Li Teqteq 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

31

 

 

 

TEQTEQ / ROJNEWS

4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vê êvarê li bajarokê Teqteq a Koyeyê ya ser bi Hewlêrê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) li ber Çemê Kiwêxa Reşîd hat pîrozkirin.

 

Welatiyên Koyeyê, Kerkûk û Teqteqê beşdarî şahiyê bûn. Di destêpa şahiyê de bi boneya 69'emîn rojbûna Ocalan 69 şitlên zeytûna hatin çandin.

 

Di şahiyê de, peyama Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK), Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hat xwendin. Di peyaman de îşaret bi rol û xebata Ocalan a ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hate kirin. Her wiha di peyama de, daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

 

Di şahiyê de stran û berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.

 

Şahî bi gerandina govendê, di saetên dereng ên êvarê de bi dawî bû.