HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS

 

 

Gelê Başûr ji dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bihêrsin û bang li parlemento, hikûmet û partiyên Başûr dikin ku li dijî dagirkeriyê bikevin tevgerê û bes xizmetê ji dagirkeriyê re bike.

 

Welatiyê ji Derbendîxana ser bi parêzgeha Silêmanî Heyder Ebdûla ji bo dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rexne li siyaseta PDK’ê dike û dibêje ku PDK hêsankariyê ji Tirkiyê re çêdike ku bikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê. Heyder di berdewama axaftina xwede dibêje ku agahiya PDK’ê ji vê dagirkeriya Tirk heye û wiha pêde diçe: “PDK hêsankariyê ji Tirkiyê re dike ku bikeve nava Başûr lê, Tirkiye ti tiştekî ji bo PDK’ê nake.

 

 

Welatiya bi navê Beyan Heme Elî jî diyar kir ku gelê Kurd di oxira rizgarkirina xaka Kurdistanê de gelek berdêl dane û rexne li siyaseta PDK’ê ya Tirkiyê kir û got: “Gelê Kurd ji bo xaka Kurdistanê rizgar bike gelek berdêl da. Lê bi awayeke eşkere û li berçavan tê dîtin ku PDK rê dide ku Tirkiye bikeve nava axa Başûr û bi hêsanî bikarin baregehên leşkerî li nava Başûr de çêbikin. Em vêya weke xiyanetê dibînin. Divê tevahî gel, hikûmet, hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hember vê yekê bêdeng nemînin û helwesteke cidî li hember van planên Tirkiyê ku dixwaze Başûr dagir bike hebe.”

 

 

 (ep/bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here