Wê HDP bi rêveberiya Başûr û partiyên siyasî re hevdîtina bike

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Heyeta Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) wê sibe ji bo çend hevdîtina derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

 

Heyeta HDP'ê  wê serdana Hewlêr,  Silêmanî û  Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, endama MYK’ê Zeynep Boga, Parlamenter Feleknas Ûca, Îmam Taşçîer û Osman Baydemîr di nava heyetê de cih digirin.

 

Di çerçoveya serdana di dîroka 7-8-9’ê Nîsanê de, wê hevdîtinên cuda cuda bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistina re bê kirin.