NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeyeke di hindek ragihandinên Tirkiyê de hatiye weşandin Cîgirê Profesorê Zankoya El Ezherê ya Misrê Yûsif Amer diyar kiriye ku rêzefilmên Tirkî di wateyeke cidî de îstîqrara Misrê û giştî çanda Ereb tehdît dike.

 

Amer her wiha dibêje, rêzefilmên Tirkî bandoreke xirap li çanda Ereb dike.

 

Amer bi van gotinan nerazîbûn nîşana rêzefilmên Tirkî dide: “Xebatên bandorê li çanda Ereb bike berdewam dike û ji bo çand, nasname, ol û welatê Rêban divê em bikevin tevgerê. Rêzefilmên Tirk û Hîndî îstîqrara Misrê tehîd dike. Ez wer difikirim ku ev tehdîdeke cidîne ji bo civakê. Wer difikirim ku Erebî ji ber vê sedemê zirer dibîne.”

 

 Zankoya El Ezher 975’an li Qahîreyê hatiye avakirin û yek ji navendên perwerdê ya herî mezin cîhana îslamiye.

 

Yek ji dezgeheke herî mezin a weşanê ya Cîhana Ereb MBC, meha borî ragihandibû ku wan 6 rêzefilmên Tirkî ji weşanê rakirine.

 

Hêjayî gotinêye ku li Başûrê Kurdistanê jî gelek rêzefilmên Tirkî ku rasterast êrîşê çand û destkeftiyên Kurd dike di kanalên Kurdî de tên dûblajkirin û weşandin. Her wiha dewleta Tirk ji vir jî dahate zêde digire. Tevî ku tevahî hunermend û civaka Başûr li dijî weşandina rêzefilmên Tirkiye û dibêjin li dewsa ku pere ji bo rêzefilmên Tirkî û biyanî werin xerç kirin bila ji bo hunera Kurdî were xerçkirin jî hîna gelek kanal diweşînin. Heya niha tenê televîzyona Kurdsatê biryar daye ji weşanê rake.

 

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here