NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hevserokê Konseya Rêveber a  Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik pirsên ANF’ê yên li ser rewşa siyasî û leşkerî ya li saheya Sûriye, Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivand û diyar kir Kurd alîgirê yekîtiya Sûriyêne. Bayik her wiha destnîşan kir ku dibe dibe ku Kurd û rejîm li dijî dagirkeriya Tirk hevkariyê bikin.

 

Bayik li ser politikaya dewletan a li ser doza Kurd got ‘’polîtîkayên yek ji van dewletan hev nagirin, bi nakok in, bi paradoks in, tişta ku duh gotine û ya îro hev nagirin’’ û berdewamî diyar kir, ‘’Ji bo vê jî di polîtîkayên dewletan de, li ser politikaya wan a li ser Kurdan ji gotinên wan zêdetir divê mirov li helwestan binere’’.

 

Bayik her wiha diyar kir ji ber sedema ku Kurd dozeke mafdar didin, xwedî hişmendiyeke demokratîk, azadîxwaz in û her wiha ji ber ku li Sûriyê aktor in, ti dewlet naxwaze Kurdan ji nedîtî ve were û got, ‘’Ji vê hêlê ve rejîma Sûriyê jî naxwaze bi Kurdan re were pêşberî hev. Her wiha Îran jî. Rûsya jî ku li Sûriyê bi polîtîkayekê ye, xwedêgiravî ew jî dixwaze hesabê Kurdan bike. Fransa jî divê hesabê Kurdan bike.’’

 

Bayik li ser nêzîkatiya Fransayê ya li ser Sûriyê got, ‘’Dema ku mijar Sûriyê be rewşa Fransayê ji ya DYA’yê jî cudatir e, ji ya Rûsyaê jî, ji ya Îranê jî. Ji ber ku, ev du sed sal in, ji Napolyon û vir ve pêwendiyeke Fransayê bi Sûriyê re heye. Li ser Sûriyê bandora Fransa pir zêdetir e. Di dema Şerê Cîhanê yê Pêşî de Sûriye mandaya Fransayê bû, di bin bandora wê de bû. Li Lubanê jî bandora Fransayê heye, hê jî heye, li Sûriyê jî. Li Sûriyê her carê hişmendiya siyasî ya Fransayê hebûye’’ û got ji dewletên dî zêdetir li ser Sûriyê politikaya Fransayê heye.

 

‘Ewropa û DYA dixwazin li Sûriyê Fransa derkeve pêş’

 

Bayik got Fransa naxwaze ku li Sûriyê zêde bandora Tirkiyê hebe û heke li Sûriyê wê pergaleke siyasî çêbibe wê bixwaze ku ew karîger be û diyar kir, ne pêkan e ku Fransa polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Sûriyê bi giştî qebûl bike û ji bo ku herî baş Fransa Sûriyê nas dike, ji bo vê jî Ewropa û DYA di politikaya Sûriyê de dixwazin ku Fransa derkeve pêş û got, ‘’An jî dibe ku risteke wiha dabinê. Mînak, di nav Yekîtiya Ewropayê de Fransa karîger e. Ji bo vê jî politikaya Sûriyê ya YE’yê ji hêla dîrokî ve herî baş Fransa dikare bi rê ve bibe. Ji bo vê jî, ji bo ku YE jî ji bo Sûriyê ristekê bide Fransayê, karîgeriya Ewropa jî di ser Fransayê re dikare were meşandin. Dibe ku nêzîkatiyeke wiha hatibe pejirandin.’’

 

‘Divê em giringiyê bidin hevdîtina şandeya Rojava-Fransayê’

 

Bayik li ser hevdîtina şandeya Rojava-Bakurê Sûriyê û hikûmeta Fransayê ku di demeke nêz de pêk hatibû jî got, ‘’Hewldana ku Fransa bi Kurdan re têkiliyê deyne tê fêhmkirin. Lê hevnegiriyek heye. Beriya dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê xwedêgiravî mîsogerî dane Kurdan, gotinE ew ê li dijî dagirkirkirina Efrînê rawestin. Gotine, ew ê dagirkeriya Efrînê qebûl nekin. Em bi rewşeke wiha hisiyabûn. Lê piştre Efrîn hate dagirkirin. Fransa helwestek nîşan da lê ev bi pêş ve nebir. Ev bire Neteweyên Yekbûyî jî, lê NY’yê jî li dijî dagirkirina Efrînê tiştek nekir. Ji vê hêlê ve polîtîkayeke hevnegir heye. Divê em binerin bê ka helwesta Fransa wê çawa be. Bi rastî jî hevgir e, wê bi Kurdan re li ser hîmê demokratîk têkiliyê deyne? Di demokratîkkirina Sûriyê de wê bibe xwedî helwesteke ku cih dide Kurdan jî, an gotinên Fransa jî wê weke hêzên dî be, ku dibêjin ew ne li dijî Kurdan e û ji bo ku nîşan bidin ku ew ne li dijî Kurdan in, wê bibin xwedî helwesteke ku ti nirxû encamên wê yên pratîk nîn in? Em ê vê bi demê re bibînin.

 

Bêguman divê mirov giringiyê bide vê hevdînê. Divê mirov weke hevdîtneke pûç nebine, divê mirov tenê weke awiqandinekê nebine. Di politikaya giştî ya Sûriye de wê bandora Fransayê hebe, heke Fransa têkildar be, divê mirov vê bi rengekî ciddî bibîne. Ji ber ku Fransa ji hêlekê ve hêzeke navxweyîbûyî ya Sûriyêe ye. Ne tenê hêzeke derve ye, weke hêzeke navxweyîbûyî ye.’’

 

‘Kurd alîgirê yekîtiya Sûriyê ne’

 

Bayik li ser rewşa rejîma Sûriyê got, rejîma hê jî li ser piyan e, demekê bi rengekî vekirî hate xwestin ku rejim biçe, lê niha ji bo ti hêzê ya li pêş ne çûna rejîma Esad e, DYA’yê jî û Fransayê  pir xwest ku biçe lê niha li nav hesabê wan a pêşî ne ev e û got, ‘’Li gel vê jî hê hişmendiya rejîmê bi rengekî radîkal neguherî ye, bêguman mîna berê nabe, hin rotuş hatine kirin lê di pirsa Kurdan de hê ne xwedî helwesteke wiha ye ku bibe xwedî çareseriyeke hîmî. Lê helwesta Kurdan hêsanîkir e, Kurd alîgirê yekîtiya Sûriyê ne, teqez e ku ne alîgirê dabeşbûna wê ne. Xebatên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî bi esasî xebatên xurtkirina yekîtiya Sûriyê ne. Helwesteke ku bi Kurdan re ne sînordar danîne holê’’ û bi domdarî got, ‘’Ango tenê xwe naspêrin azadiya Kuran tenê, projeyeke wiha danîne holê ku demokratîkbûna Sûriyê dixwazin, di nav Sûriyeya demokratîk de jiyana hevpar armanc dixwazin. Ji vê hêlê ve Kurd alîgirê yekîya Sûriyê ne.’’

 

Li ser helwesta rejîma Esad a li ser dagirkirina Efrînê jî Bayik got, ‘’Efrîn hate dagirkrin, divê li dijî vê helwesteke zelal diyar bike. Rejîma berdest dibêje, ew desthilata rewa ya Sûriyê ye. Heke wiha be naxwe diviya li dijî dagirkirina Efrînê helwesteke zelal nîşan bidaya, diviya helwesta wê pir zelal bûye. Wê li dijî politikaya Rûsya derbiketa ku rê ji Tirkiyê re vekir. Ji vê hêlê ve di polîtîkayên Sûriyê de hê nêzîkatiyeke cidî ya demokratîk tine. Polîtîkayeke wê ya Kurdan tine.

 

‘Dibe ku Kurd û rejîm li dijî dagirkeriya Tirk hevkariyê bikin’

 

Bayik got niha rewşa Sûriyê ‘krîtîk ‘, bal kişande ser dagirkirina Cerablûs, Bab, Efrînê, Idlibê, Xutaya Rojhilat û got, ‘’Dibe ku di dema pêş de li Sûriyê rejim û Kurd bi hev re li dijî dagirkeriya Tirk bi hevkarî tevbigerin. Hem ji bo dagirkeriya li Efrînê bişkînin, hem çeteyan ji Idlibê derxînin, hem li Bab, Cerablûsê van çetayan derxînin, ji bo Tirkiyê derxînin dibe ku bibin xwedî polîtayeke hevpar.  Jixwe wekî dî şansekî wan ê dî jî tine. Hem ji bo Kurdan û hem ji bo Sûriyê divê li dijî dagirkeriya Tirk bi hev re têbikoşin’’ û got divê hemû gelên li Şehba, Tirkmen, Çeçen, Ermen, Sûryan, Erebên Elewî, Erebên Sinî bi hev re li dijî çeteyan û dewleta Tirk bi hev re têbikoşin û diyar kir heke wiha nebe Sûriyê wê parçe bibe, dabeş bibe û Sûriye nikaribe li ser piyê xwe bisekine, ‘’Ev Tirkiye wê rejîmeke wiha hilweşîne, wê hêzên siyasî yên li wê derê bêbandor bike.’’

 

‘Divê Sûriyeyeke wiha hebe ku azadiya Kurdan qebûl bike’

 

Bayik her wihagot, ‘’Ji bo rejîmê ya rast ew e ku bi Kurdan re li hev bike. Em qet ne li dij in ku rejim û Kud li hev bikin. Kurd xwedî helwest û polîtîkayeke wiha ne. Lê bi hişmendiya berê ya rejîmê nabe. Divê Sûriyeyeke wiha hebe ku hebûna Kurdan, xwerêveberiya wan û azadiya wan qebûl bike. Heke wiha bibe em jî alîgirê yekîtya Sûriyê ne. Em dixwazin ku pirsa Kurd di nav Sûriyê de çareser bibe.’’

 

‘ Rûsya, Îran û Tirkiye bi temamî li hev nakin’

 

Bayik li ser hevdîtina  Tirkiyê-Rûsya û Îranê jî got Tirkiye van welatan dixwaze ji bo politikaya xwe ya bi dijminahiya Kurdan bi kar bîne û ji van hevdîtinên bi Rûsya-îranê re Tirkiyê Efrîn dagir kir, encama ku ji hevdîtian standî ev e.

 

Bayik got Rûsya û Tirkiye li ser berjewendiyên hevpar polîtîkayeke gemarî dikin bal kişande ser cihêtiya van sê dewletan a li polîtîkayên Kurdan û got, ‘’Kî teroîst e kî ne terorîst e li ser van mijaran li hev nekirin, nikarin li hev bikin. Ev tê vê maneyê;Tirkiye Kurdan weke terorîst dibine, dixwaze polîtîkayeke bi temamî ya li dijî dijminatiya Kurdan bi rê ve bibe, dixwaze van hevdîtina wiha bimeşîne. Rûsya jî li ser mijara Kurdan di hin xalan de bi Tirkan re hevkariyê dike. Rûsya destekê dide dijminatiya Tirkiyê ya li Kurdan. Îran jî bi astekê destekê dide van polîtîkayên Tirkiyê lê bi temamî destekê nadin polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Kurdan. Ji ber ku Tirkiye dema ku behsa dijminatiya Kurdna dike, dema ku destekê ji dijminatiya li Kurdan digere, ne ku tenê dixwaze dijminatiyê li Kurdan bike. Di ser dijminatiya Kurdan re dixwaze li Rojhilata Navîn xwe xurt bike. Ev ne bi dilê Îranê ye jî û ne bi dilê Rûsyayê jî. Di ser dijminahiya Kuradn re dixwaze Rûsya û  Kurdan bi kar bîne. Ji bo vê li hev nakin. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku di van hevdîtinan de bi temamî li hev nakin.’’

 

‘Hevdîtinan dikin şerê psîkolojîk’

 

Bayik got dema ku Tirkiye hevdîtinên wiha dike, bi taybetî Erdogan û desthilatdariya AKP’ê vê mîna şerê taybet, amûra şerê psikolojik bi kar tîne û got, ‘’Heke mirov bala xwe bidiyê, hevdîtina bi Rûsya û Îranê re, ya ku dane çapemeniyê piranî beşê şerê psikolojik e. Jixwe Erdogan ev bi rê ve dibir. Wiha hevdînên bi vî rengî dikine hevdîtinên ji bo desteka şerê psikolojik. Divê mirov hevdîtina bi Rûsya û Îranê re jî wiha bibîne.’’

 

‘Gelê Minbicê dagirkeriya Tirkiyê qebûl nake’

 

Li ser gefên Tirkiyê yên li ser Minbicê jî Bayik got ‘’Helbet gelê Minbicê wê dagirkeriya Tirkiyê qebûl neke û li ber xwe bide. Rejîma Sûriyê jî qebûl nake. Helbet niha Rûsya  ji rejîma berdest zêdestir bûye hevalbendê Tirkiyê, Tirkiyê xwedî dike, Tirkiyê xurt dike. Rast e ji Xûya Rojhilat, ji vir û wir derxist. Ev anîn Cerablûsê, Efrînê. Dixwazin demografiya Efrînê biguherin. Li Idlibê bi cih dikin. Tirkiye li vir bi herêmeke girêdayî xwe wê politikaya şantajê bike. Xûtaya Rojhilat radest dike, lê di ber de qadeke serweriyê ku wê Sûriyê dabeş bike derdixîne holê. Dixwaze Minbicê jî li vê zêde bike. Li ser vê daxwaza Tirkiyê ez dibêm qey wê ne tenê Minbicî, ne tenê rêveberiya Minbicê, rejim jî wê qebûl neke. Îran jî qebûl nake, Fransa jî qebûl nake. DYA dudilî ye di vê mijarê de. Lê Minbic ji hêla Ereban ve rê rêvebirin. DYA’yê soz daye Tirkiyê ku Ereb Minbicê bi rê ve bibin. Ferzkirineke wiha heye. Em bawer nakin ne gelê Minbicê, ne rejîma Sûriyê û ne jî hêzeke dî vê qebûl bike. Heke Tirkiye li ser Minbicê raweste, ev dibe ku rewşeke şer, rastiyeke şer ya wiha bîne ku wê ne tenê bi Minbicê re sînordar bimîne, wê Tirkiyê û beşekî berfireh bîne pêşberî hev. ‘’

 

‘Wê berdêla dijminahiya li Kurdan mezin bidin’

 

Bayik li ser rengê têkoşînê ya bihar û havînê jî got, ‘’Em ê vîna faşîzma AKP-MHP’ê ku dixwaze qira Kurdan bîne, tine bike, bişkînin. Wê berdêla dijminatiya li Kurdan mezin bidin. AKP wê were şikandin, MHP wê were şikandin. Yên ku ev çend dijminatiyê li Kurdan dikin, neçar in ku bişikin. Bi ser de, bi van hêzan re ne axaftin dibe, ne lihevkirin. Bi van re têkoşîn dibe. Em tenê li têkoşînê asê bûne. Ji têkoşînê pê ve li pêş me ti rojev tine. Di şertên faşîzma AKP-MHP’ê de divê li cem kesî ti rojeve dî nebe. Rojeva her kesî têkoşîn e. Lê têkoşîn di şertên hêza siyasî de, di şertên resen ên hêzên civakî de dibe, bi karekterê xwe tê kirin têkoşîn. Lê her kes wê têbikoşe. Ti kes li derveyî têkoşînê nikare bimîne. Nikare li benda tiştekî dî be. Ji bo vê jî, mehên pêş yên bihar û havînê em ê têkoşîna gerîla geş bikin, têkoşîna gel wê geş bibe. Em ê li hemû Rojhilata Navîn em ê têkoşînê geş bikin.’’

 

‘Erdogan wê mezin têk biçe’

 

Bayik got divê kes guh nede qarewar û birbar Erdogan, piraniya vê şerê psikolojik e û got, ‘’Ji helwest û axaftina çend ciwanan jî ditirse, bi tirse dijî. Ji bo ku tirsa xwe bişkîne vê êrîşkariyê dike. Divê ev were dîtin. Ji bo vê jî dema ku têkoşîn hebe wê bişike. Wê têk biçe. Bi ser de hemû derfetên Tirkiyê li ser maseya kumarê deyne wê dîsa mezin têk biçe. Em vê rastiyê wiha dibinin. Helwesta me ev e. Ji vê jî me vîr û biryardariya xwe bi zelalî diyar kiriye.

 

Em ê têbikoşin, li her deverê. Kurd li her deverê wê têbikoşin. Ên ku ji xeta Rêber Apo bawer in li dijî van dijminên demokrasiye, li dijî dijminên Kurdan wê têkoşînê geş bikin. Bila kes ne li bende be ku em têkoşînê sist bikin. Bila kes ne li bende be ku em ji têkoşînê paş bimînin. Karakterekî me heye, kesayatî û şêwazeke me heye. Hişmendiyeke me ya têkoşînê heye. Karakterê me yê PKK’ê heye, rastiya me ya şehîdan heye, hişmeniya têkoşînê ya şehîdên me yên fedaî heye. Êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurd çendî giran bin jî, li ser vê xetê wê têkoşîn were dayin.’’

 

Banga li ciwanan: ‘werin tevlî nav gerîla bibin’

 

Bayik herî dawî bang li ciwanên Kurd kir û got: ‘’Di rewşeke wiha krîtîk de bi taybetî peywira mezin dikeve ser ciwanên Kurd.Ciwanên Kurd divê pir tevlî nav gerîla bibin, divê biherikin nav gerîla.Divê rê bibînin ku xwe bigihînin qadên azadiyê. Dive nebêjin, ez ê kê bibinim, çawa xwe bigihînim gerîla. Ên ku ji Amedê dixwazin xwe bigihînin gerîla ew bi xwe jî dikarin xwe bigihînin. Ji vê hêlê ve ne zehmet e ku xwe bigihînin gerîla.

 

Xwe bigihînin gelek qadan dikarin xwe bigihîne gerîla. Ji vê hêlê ve ciwanên Kurd divê  div vê demê de zêdetir tevlî nav gerîla bibin. Ji ber ku Kurd li her deverê têkoşin, şer dikin. Êrîşên dewleta Tirk zêde ne. Ji vê hêlê ve dive mirov gerîla û têkoşîna azadiyê geş bike. Gelê Kurdistanê divê vê berpirsyariyê jî bibîne. Dive kesek nebêje çima keça min diçe, çima kurê min diçe. Di vî şerî de her kes wê hinek bar rake. Weke şaîrê mezin Nazim Hikmet gotî, ‘’tu neşewitî, ez neşewitim, ev tarîtî wê çawa ronak bibin’’ Dive her kes bar hilgire,em ê bibêjin azadî xweşik e, demokrasi xweşik e, lê em ê berdêlan nedin. Jixwe ji ber ku berdêlan didin xweşik e. Azadî û demokrasi bi rehetî naye bidestxistin. ‘’

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here