Bi van êrîşan herêmê vala dikin

42

 

 

 

 

ROJNEWS / ZÛBEYR BIRADOST

 

 

Artêşa Tirk a dagirker bi bombe û topbaranên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê gundiyan dikin hedef û neçarê koçberiyê dikin.

 

 

Bi taybetî di du mehên dawiyê de balafirên şer û topxaneyên artêşa Tirk gundên herêma Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kirine hedef. Di van êrîşan de mal û milkên gundiyan tên topbaran kirin û tê hedef kirin ku herêm bê vala kirin.

 

Di van êrîşan de 3 gundên devera Soran ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin dagirkirin û gundî neçar man ku ji cih û warê xwe derkevin. Her wiha heta niha ji 10 gundan bi giştî 120 malbat koçber bûne û gelek welatî welatî jî birîndar bûne.  

 

Wêneyên ku me li gundê Rikawan kişandine vê rastiyê radixe berçavan. Perçeyên roketên ku ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatine avêtin li nava gund ketine. Gundî jî neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Balkêşe ku heta niha ne ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî ji Hikûmeta Federal a Iraqê ti daxuyaniyek derbarê mijarê de ne hatiye dayîn.

 

 (bz)