BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Li Otela Dêdeman a Hewlêrê şandeya HDP'ê bi nêzî 30 partî, aliyên siyasî û hejmarek rêxistinên Başûrê Kurdistanê, akîtîvîst û Desteya Piştgiriya Efrînê re civiya. Civîn piştî nirxandinên li ser yekîtiya neteweyî bi dawî bû.

 

Nûnerê Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke têkildarî naveroka civînê ev agahî dan ajansa me; "Mijara sereke ya civîna me pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bû. Em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd xwedî yek deng û yek helwestê be, ji bo bidestxistina armanc û mafên xwe yên rewa."

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk tê, îro li Hewlêrê  bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barezanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin pêk anîn.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here