Civîna şandeya HDP’ê ya li gel partî û rêxistina destpê kir

29

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Li Otela Dêdeman a Hewlêrê civîna şandeya HDP'ê ya li gel nêzî 30 partî, aliyên siyasî û hejmarek rêxistinên Başûrê Kurdistanê, akîtîvîst û Desteya Piştgiriya Efrînê re destpê kir.

 

Partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûne beşek ji wan partiyên parçeyên din ên Kurdistanê ne ku li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe didin meşandinin.  Her wiha yên Başûrê Kurdistanê jî li parlamentoya Herêma Kurdistanê jî nexwedî parlamenterin.

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk tê, heya niha li Hewlêrê  li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barezanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye.

 

Parlamanterê HDP'ê eşkere kir ku armanca sereke ya hevdîtina wan yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê ye.