Daydemir: Îro herî  zêde pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heye

46

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir ku endamê şandeya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtina kiriye, armanca serdana şandeya HDP'ê ya li Başûr vegot.

 

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir têkildarî hevdîtinên îro li Hewlêrê pêk anîn wiha got; "Hevdîtînên me encamên baş hebûn. Mijara sereke ya hevdîtinên me, Efrîn û Kerkûk bû. Îro ji hemû demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heye. Lewma emê di van çend rojên li Başûrê Kurdistanê bimînin, li gel gelek partî û aliyên siyasî bicivîn."

 

Baydemir diyar kir ku armanca sereke ya serdana wan a Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên wan pêkanîna yekrêzî û yekdengiya mala Kurd e, li dijî dijminên gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê.

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk tê, heya niha li Hewlêrê  li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barezanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk aniye.