Êzidiyên Digorê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

47

 

 

ŞENGAL /ROJNEWS

 

Meclîsa Bajarokê Digorê ya Şengalê îro li dijî gef û dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê û li ser Êzidiyan daxuyanî da. Bi dehan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

 

Di daxuyaniya Meclîsa Bajarokê Digorê ya Şengalê de wiha tê gotin; "Bi navê Meclîsa Bajarokê Digorê û gelê wê ji axa Şengalê dengê xwe di gihînin her dera ku mafê mirovan lê tê parastin û di serî de Neteweyên Yekbûyî, van êrîşên li ser gelê me yê Efrînê bidin sekinandin. Em van êrîşan şermezar dikin, niha dewleta Tirk dixwaza fermana 74’an li ser gelê  me yê Êzidî li wir dubara bike. Gelê me ji baweriya wan dûr bixe. Çima her kes xwe li hember van êrîşan bêdeng dike. Bila her kes bizanibe ku em civaka Êzidî ya Şengalê li kûderê dibe bila bibe rê nadin ku cardin ew fermana sala 2014'an li ser gelê me yê Êzidî dubara bibe.’’

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Niha gelê me yê Êzidî yên li Efrînê mayin û terka ax û warên xwe nekirin rastî her cure tundiya dewleta Tirkan tên, ji ber dixwazin wan bi zorê ji baweriya wan a kevnar dûr bixin û bixin Misilman. Pêwîste cîhan tevde ji bo van sedeman rabe ser piyan û ev kiriyarên li ser gelê me yê Êzidî yên li Efrînê têne meşandin li dijî mirovahiyê ne.’’